Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di Dîwana Giştî ya Parlamenê de parlamenteran ji bo guhertina xalên 8, 9, 10 û 1. deng dan.
Xalên 8, 9, 10 û 11. şêweyê desthilata serokkomaran eşkere dike, mesûliyetên wan û rêbaza hilbijartina wan dîyar dike.
Ji bo xala 8., 483 deng hatin dayin, 339 dengên erê, 138 dengên na, 1 dengên bêbiryar û 2 dengên vala hatin avêtin. Sê deng hatin betalkirin.
Ji bo xala 9., 481 deng hatin dayin, 337 dengên erê, 139 dengên na, 1 dengên bêbiryar û 4 dengên vala hatin avêtin. Dengek hat betalkirin.
Ji bo xala 10., 481 deng hatin dayin, 350 dengên erê, 136 dengên na, 3 dengên vala hatin avêtin. Du deng hatin betalkirin.
Ji bo xala 11., 481 deng hatin dayin, 342 dengên erê, 135 dengên na, 1 dengê bêbiryar û 3 dengên vala hatin avêtin. Dengek hat betalkirin.
Di Tûra yekem de encamên dengdana ji bo xala 8,9,10 û 11.
Dengdana qanûna 8.: 481 deng hatin bikaranîn, 343 erê, 135 na, 5 vala, 1 betal.
Dengdana qanûna 9.: 481 deng hatin bikaranîn, 343 erê, 137 na, 3 vala, 2 betal
Dengdana qanûna 10.: 485 deng hatin bikaranîn, 343 erê, 135 na, 3 vala, 2 betal.
Dengdana qanûna 11.: 483 deng hatin bikaranîn, 342 erê, 134 na, 1 bêbiryar, 5 vala, 2 betal.
Qanûna 9.
Li gorî vê qanûnê hewl didin ku eger ji vir şûnde ji bo derbarê serokomar de lêpirsîn were vekirin divê li meclisê dengdan were kirin û 3/5ê parlementeran dengên erê bidin. Eger encam bi vî rengî nebe kes nikare derbarê serokomar de lêpirsîn vebike.
Li gorî naveroka wê qanûnê; ji ber ku saziyên weke wezîrtî û serokwezîrtî tên rakirin dê êdî kesên wan wezîfeyan pêk anîne ji biryar û îmzeyên xwe bêpirsyar in.
Dengdan: 343 erê, 137 na, 3 vala, 2 betal
Qanûna 10.
Heta niha dema serokomar biçûya derveyê welêt an di nexweşî û wezîfeberdanê de Serokê Meclisê heta hilbijartina nû dewsa serokomar de wezîfe bi cih dianî. Li gorî vê qanûna ku ji meclise derbasbû dê êdî ew wezîfe di destê Alîkarê Serokomar debe.
Di naveroka vê qanûnê de paywîrên alîkarên serokomaran jî cih digre. Dê serokomar bi xwe alîkarên xwe diyar bike. Ji bo dadkirina wan alîkaran jî divê li meclisê dengdan were kirin û 3/5ê parlementeran dengên erê bidin. Eger encam bi vî rengî nebe kes nikare derbarê serokomar de lêpirsîn vebike.
Qanûna 11.
Li gorîvê qanûnê jî dê hilbijartinên parlementoyê û serokomartiyê di heman demê de were kirin, kesek wê cara duyem bikaribe bibe serokomar û dema wezîfekirina serokomarê jî dê 5 sal be.
Ji bo nûkirina hilbijartinan û hilbijartina pêşwext divê li meclisê dengdan were kirin û 3/5ê parlementeran dengên erê bidin. (BK/MB)