Li gorî daneyên Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) di meha Tîrmeha 2024an de herî kêm 144 karker di dema karkirinê de mirine.
Li gorî daneyên meclîsê di heft mehên destpêkê yên salê de 1022 karker di dema karkirinê de mirine.
Her weha di meha Kanûna Paşiyê de 161, di meha Sibatê de 149, di meha Adarê de 124, di meha Nîsanê de 165, di meha Gulanê de 142 û di meha Hezîranê de 137 karker di dema karî de mirine.
Ji karkerên ku mirine jê 12 zarok bûne. Her weha ji karkerên ku mirine jê 50 di beşa pîşesaziyê de, 26 di beşa avahîsaziyê de û 41 jî di beşa çandiniyê de û 27 jî di beşên xizmetê de dixebitîn.
Her weha ji karkerên ku mirine temenê 37an li ser 50yî ne. Di vê mehê de herî kêm 8 karker di kanzayan de mirine.
(HA/AY)