Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Koalîsyona Jinan a di Rojnamegeriyê de (CFWIJ) rapora xwe ya derbarê tundkarî, êrîş, tacîz û gefên li rojnamgerên jin de aşkere kiriye.
Bixwîne - Di meha Tîrmehê de tundkarî li 61 rojnamegerên jin kirine
Li gorî rapora saziyê di meha Texabê de tundkarî li 27 rojnamegerên jin bûye. Xalên ku di raporê de derketine pêş ev in:
- Tundkarî, gefxwarin û tacîz li 17 rojnamegerên jin bûye.
- Herî zêde li Tirkiye, Afganistan û Azerbeycanê rojnamegerên jin, tundkarî li wan bûye.
- Li seranserê cîhanê herî zêde di meha Texabê de rojnamegerên jin hatine desteserkirin. 5 rojnamegerên jin di dema şopandina nûçeyan de polîs û cendermeyan ew desteser kirine. Li Tirkiyeyê jî polîsan bi ser mala Berîtan Canozer, nûçegîhana Jinnewsê de girtine û ew desteser kirine. Piştî pênc rojan desteserkirî maye, Canozer serbest bûye. Rojnameger Canozer di nava salekê de du caran hatiye desteserkirin.
- Li Tirkiyeyê di Tebaxê de tundkariya û tacîz li heşt rojnamegerên jin bûye.
Rapora rojnamegerên Afganistanî amade kiriye
Par piştî Talîbanê li Afganistanê rêveberî bidest xist, CFWIJê alîkariya rojnamegeran kir ku li welêt di nava krîza mirovî de mabûn.
Saziyê serlêdana rojnamegeran nirxandiye û 91 rojnameger û mafparêz ji Afganistanê ber bi welêtên ewle biriye.
CFWIJê her weha raporek amade kiriye ku tê de behsa rewşa nediyar a rojnamegerên jin ên Afganistanê û gefên li ser wan kiriye. (EMK/FD)