Wêne: Ercan Altuntaş
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehkirina siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya di Doza Kobaniyê de îro li Edliyeya Girtîgeha Sîncanê, li 22yem Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dewam dike.
24 çar jê girtî, 10 jê bi şertê kontrola edlî 108 kes di vê dozê de tên dadgehkirin ku derbarê 75 kesan de biryara zeftkiinê heye.
Bixwîne-“Bersûcên gule bera Denîz Poyrazê dane û kesên daxwaza 400 wekîlan dikir yek in”
Ji bo her siyasetmedarekî 38 caran cezayê miebeta girankirî tê xwestin. Siyasetmedar ji ber wan çalakiyan tên dadgehkirin ku di sala 2014an de pêk hatine û weke “protestoyên Kobaniyê yên 6-8ê Çiriya Pêşiyê” tên zanîn.
Dadgehkirin li Salona Kampusê ya Girtîgeha Sîncanê pêk tê û piştî diyarkirina nasnameyan danişînê destpê kiriye. Nezîr Çakanî li dû vê dest bi parastina xwe kiriye. Çakanî gotiye ku gotinên şahidan bêbingeh in û xwestiye tehliye bibe.
Bixwîne - "Berpirsên qetlîamê yên ku li ber çareseriya demokratîk bûne asteng e"
“Dixwazin siyaseta legal krîmînalîze bikin”
Paşê Ayla Akat Ata, Parlamentera berê ya HDPyê û berdevka berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) axiviye. Atayê Denîz Poyraz, endama partiya xwe ya li Îzmîrê hatibû kiştin bibîr aniye û wiha gotiye:
“Paşê me dît ku piştî wê bi rowekê hatiye girtin. Bersûcê li Îzmîrê piştî wê bi rojekê hate girtin. Piştî bûyerên Kobaniyê em 8 rojan desteserkirî mabûn. Di vê demê gişî de ji bilî 6 saetan tiştek ji me nepirsîn lê em 8 rojan desteserkirî man. Bi vê xwestin nêrînekê li ser me çêbikin. Nêrîna ku me operasyon li HDPyê kir. Lê di dema lêpirsînê de ji bo kesên li pişa wî ev rêxistinî kirine derkevin holê dadgehkirinek nebûye, ev me ditirsîne.
“Hey MIT jî li vir e ez bipirsim. Rêzefilmek heye bi navê Teşkîlat. Dema rêzefilm diqede, dibêjin ‘wê hêzên nepen wê hişyar bibin’. Xuya ye îstixbaratek hatiye standin. Ez wisa bawer dikim ku em ango hêzên demokrasiyê divê em pirsan bikin û werin ba hev, heke pêvajoya tê rêxistin hebe em li ber vê blokeke demokrasiyê deynin. Dîsa jinek bû hedef.”
Akat Atayê behsa wan hevdîtinên bi Abdûllah Ocalan, Rêberê PKKyê re kiriye ku wê demê endama Heyeta Îmraliyê bû û wiha gotiye: “Rayedarên dewletê di hevdîtinê de bûn. Ocalanî hişyariyeke wiha da, ‘Bila haya we ji we hebe. Ew kesên di nava vê pêvajoyê de ne ew tevlî min hedef in. Di wê pêvajoyê de Şêwirmendê MITê hebû, ew jî hedef e’. Qetilkirina Denîz Poyrazê dişibe qetilkirina 3 jinên Kurd ku di 9ê Kanûna Paşiyê ya 2013an de li Parîsê qew qetil kiribûn.
“Sedema ku li pişt vê ye, ji axavtinên cidakar ên siyasetê ne serbixwe ye. Soylû dibêje ‘PKK tevgereke jinan e’. Û dibêje ‘HDPKK’ û bi vê re siyaseta legal krîmînalîze dike.
“Wateya vî tiştî ev e: Kesê ku gule bera Denîz Poyrazê daye, heta îro her guleyê ku bera didin her gule li jinan didin. Di şexsê Denîz Poyrazê de careke jin bûn hedef. Ev ji zimanê desthilata siyasî, ji helwesta siyasî ne cida ye. Kuştinên bi vî awayî ne kuştinên şexsî ne. Armanc û planeke her guleya ku bera me didin heye.”
Doza KobaniyêSerdozgeriya Komarî ya Enqereyê di lêpirsîna derbarê çalakiyên Kobaniyê de biryara desteserkirina 82 kesan dabû. Akademîsyen Cîhan Erdal, Prof. Dr. Beyza Ustun û Can Memîş di 25ê Îlona 2020an de polîsan ew desteser kiribûn. Cîhan Erdal û endamên berê yên Lijneya Rêveberiya Navendî yên HDPyê jî di nav de tevlî 17 kesan di 2yê Çiriya Pêşiyê ya 2020an de girtibûn. Buroya Lêpirsînên Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji bo 108 kesan îdianame amade kiribû û Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22yan ev îdianame qebûl kiribû. Di îdianameyê de dozgerî 22 jê girtî, 6 jê bi şertê kontrola edlî serbest, ji bo her yek ji 108 kesan 38 caran cezayê miebeta girankirî xwestiye. Biryara zeftkirina 75 kesan dabû. Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê kevn yê HDPyê jî di nava wan kesan de ye ku dozgerî ceza jê re dixwaze. Daîreya Bilind a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 22yê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de ji bo Demîrtaşî biryarek dabû û gotibû ku “divê demildest tehliye bikin”. Piştî wê bi heşt rojan, di 30ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de îdianameya navborî amade bûbû. Siyasetmedar hatine tohmetkirin108 kes weke berpirsiyarê wan bûyeran nîşan dane ku di dema navborî de bûne. Ew tohmet wiha ne: Dozgeriyê xwestiye ku bi tohmeta “têkbirina yekîtiya dewletê û hevgirtina welêt” her yek ji wan carekê, bi tohmeta “kuştina mirovan” her yer 37 caran, bi tohmeta “hewldana kuştina mirovan” her yek 31 caran, bi tohmeta “talankirinê” her yek 24 caran, bi tohmeta “destdanîna ser” her yek 38 caran, “hewldana destdanîna ser” her yek hezar û 750 caran, bi tohmeta “bi şewitandinê ziyandana malî” her yek 397 caran, bi tohmeta “ziyandana mal û milkên dewletê” her yek hezar û 60 caran, bi tohmeta “bi şewitandinê ziyandana malê dewletê” her yek 503 caran, bi tohmeta “binpêkirina parêzbendiya kargehan” her yek 53 caran, bi tohmeta “binpêkirina parêzbendiya kargehan a bi şev” her yek 294 caran, bi tohmeta “diziya aşkere ya bi şev” her yek 26 caran, bi tohmeta “diziya aşkere” her yek 20 caran, bi tohmeta “diziyê” her yek 114 caran, bi tohmeta “diziya bi şev” her yek 272 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik” her yek 5 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a bi çekan” her yek 43 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a karmendê dewletê a bi çekan” her yek 264 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a karmendê dewletê a bi zanebûn” her yek 7 caran, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn di encama şikandina hestiyî de” her yek carekê, “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn a karmendê dewletê ya di encama şikandina hestiyî de” her yek carekê, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn” her yek 78 caran, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a karmendê dewletê” her yek 51 caran, bi tohmeta “binpêkirina azadiya karî û karkirinê” her yek 3 caran, bi tohmeta “ziyandana îbadetxaneyan” her yek 4 caran, bi tohmeta “bûye sedema jiberçûnê” her yek carek, bi tohmeta “şewitandina alayê” her yek 24 caran, bi tohmeta “mixalefeta li dijî yasaya hejmar 5816ê” her yek 25 caran û bi tohmeta “tehrîkirina sûcî” her yek 25 caran werin cezakirin. Kesên tên dadgehkirinFigen Yüksekdağ, Sebahat Tuncel, Selahattin Demirtaş, Selma Irmak, Sırrı Süreyya Önder, Gülfer Akkaya, Gülser Yıldırım, Gültan Kışanak, Ahmet Türk, Ali Ürküt, Alp Altınörs, Altan Tan, Ayhan Bilgen, Nazmi Gür, Ayla Akat Ata, Aysel Tuğluk, İbrahim Binici, Ayşe Yağcı, Nezir Çakan, Pervin Oduncu, Meryem Adıbelli, Mesut Bağcık, Bircan Yorulmaz, Bülent Barmaksız, Can Memiş, Cihan Erdal, Berfin Özgü Köse, Günay Kubilay, Dilek Yağlı, Emine Ayna, Emine Beyza Üstün, Mehmet Hatip Dicle, Ertuğrul Kürkçü, Yurdusev Özsökmenler, Arife Köse, Ayfer Kordu, Aynur Aşan, Ayşe Tonğuç, Azime Yılmaz, Bayram Yılmaz, Bergüzar Dumlu, Cemil Bayık, Ceylan Bağrıyanık, Cihan Ekin, Demir Çelik, Duran Kalkan, Elif Yıldırım, Emine Tekas, Emine Temel, Emrullah Cin, Engin Karaaslan, Enver Güngör, Ercan Arslan, Fatma Şenpınar, Fehman Hüseyin, Ferhat Aksu, Filis Arslan, Filiz Duman, Gönül Tepe, Gülseren Törün, Gülten Alataş, Gülüşan Eksen, Gülüzar Tural, Güzel İmecik, Hacire Ateş, Hatice Altınışık, Hülya Oran, İsmail Özden, İsmail Şengül, Kamuran Yüksek, Layika Gültekin, Leyla Söğüt Aydeniz, Mahmut Dora, Mazhar Öztürk, Mazlum Tekdağ, Abdulselam Demirkıran, Mehmet Taş, Mehmet Tören, Menafi Bayazit, Mızgın Arı, Murat Karayılan, Mustafa Karasu, Muzaffer Ayata, Nazlı Taşpınar, Neşe Baltaş, Nihal Ay, Nuriye Kesbir, Remzi Kartal, Rıza Altun, Ruken Karagöz, Sabiha Onar, Sabri Ok, Salih Akdoğan, Salih Müslüm Muhammed, Salman Kurtulan, Sara Aktaş, Sibel Akdeniz, Şenay Oruç, Ünal Ahmet Çelen, Yahya Figan, Yasemin Becerekli, Yusuf Koyuncu, Yüksel Baran, Zeki Çelik, Zeynep Karaman, Zeynep Ölbeci, Zübeyir Aydar. |
(AS/FD)