Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî rapora Navenda Îstatîstîk û Daneyan a Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê amade kiriye, di 6 mehên destpêkê yên sala 2023yan de li Îran û Rojhilatê, bi kêmanî 41 jin û 11 zarok hatin qetilkirin. Li gorî raporê, jin û zarok herî zêde li Tehran û Ûrmiyeyê hatin kuştin.
Saziyê nîşan da ke ji 52 cînayetan 20 jê di bin navê ‘namûsê’ de hatine kirin. Ji 52 kesan 11 jê zarokên 18 salî û temenê wan biçûk tir in ku yek ji wan 10 salî ye.
Li gorî raporê faîlê 28 jinan hevjînên wan in û destgirtiyê 4 jinan ew kuştin. Hevjînên berê 3 jin, her weha bavan jî 8 jin kuştin.
Parêzerê mafê mirovan ê Hengawê û rayedarê bilind ê hiqûqê Faraz Firouzi Mandomi têkildarî mijarê got: “Komara Îslamî ya Îranê bi mudaxeleya jiyan û xwepêçana jinan, mafê jinan ê esasî bin pê kir. Her wiha gelek caran bi navê ‘namûs’ û ‘şerefê’ peywira xwe ya parastina jin û zarokan piştguh kir. Ji ber vê yekê jî jinan teslîmî otorîteya bav û hevjînên wan kir.” (EMK/FD)