Fotograf: bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Omer Fethî Gurer, Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Nîgdeyê gotiye ku di sala 2020an de herî hindik 2 hezar û 427, di şeş mehên destpêkê yên sala 2021an de jî herî hindik hezar û 155 kes, di dema karkirinê de mirine.
Gurerî diyar kiriye ku di her mehên havînê de karkerên demsalî ji ber qezayên trafîkê dimirin û birîndar dibin û wiha dewam kiriye: “Li welatê me nêzîkî milyonek karkerên demsalî hene. Ev karker di nava şert û mercên zehmet de kar dikin. Divê ev şert û mercên wan werin duristkirin û gavên çareseriya pirsgirêkên wan zû bi zû werin avêtin ku neçar nemînin her sal li van dîmenan temaşe bikin.”
Gurerî derbarê mirina karkeran de ev zanyarî weşandine:
- Di sala 2020an de herî zêde li zeviyan, li daristanan û înşaet, çêkirina rê, xizmetguzariya tenduristiyê û civakî karker mirine.
- Di sala 2020an de 442 karkerên mirine (224 cotkar-218 karker) di zeviyan de û li daristanan, 355 karker li înşaet û çêkirina rêyan, 330 karker jî di xizmetguzariya tenduristî û civakî de kar dikirin.
- 741 karker ji ber Covid-19ê, 388 di encama qezayên trafîk û serwîsan de, 296 karker jî di encama hezaz û pelçiqandinê de mirine.
Mirinên ji ber Covid-19ê
Di şeş mehên sala 2021an de herî hindik hezar û 155 karker mirine. 159 ji wan di zeviyan û daristanan de, 150 ji wan di înşaetan û çêkirina rêyan de kar dikirin. Ji sedî 34ê karkeran ji ber Covid-19ê mirine.
Gurerî her weha gotiye ku di meha Hezîranê de herî hindik 11 karker, di meha Gulanê de jî herî hindik 13 welatiyan ji ber “bêkarî û deynan” xwe kuştine. (DŞ/FD)