Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
3yemîn Rojên Çand û Hunera Kurdî ya ji hêla Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ve tê birêvebirin dest pê kir. Bername duh bi pêşangeha wêneyan a Mûrat Satilmişî ve li Salona Restorantê ya Cezayîrê dest pê kir. Paşê jî li heman derê panela bi navê “Di Rewşa Awarte de Huner” bi rê ve çû. Her wiha duh filmê bi navê “Cihê Girî Nîne” û konsera Şahiya Stranan festîvalê berdewam kir.
Cevahîr Sadak Seroka berê ya Beşa Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Berfîn Emektar şanoger, Samî Tan zimanzan û Agît Işik hunermend beşdarî panela bi navê “Di Rewşa Awarte de Hunerê” bû ku li Cezayir Restorantê çêbû.
Sadak: Destpêkê em şaşomaşo bûn paşê hatin ser hişê xwe
Di panêla ku hunermend Genim Îldan moderatoriya wê dikir de Cevahîr Sadak axivî û diyar kir ku di sala 1999ê de dema wan şaredarî bidest xistin, biryar dane ku li gel kêmasiyên teknîkî û yên binesaziyê yên çand û hunerê jî çareser bikin.
Sadakê behsa xebatên ku di bin banê şaredariyê de kir û wiha axivî:
“Em ji hêla hestiyarî ve gelekî lê xwedî derketibûn û çavê me tiştekî din nedidît. Lê ji nişka ve qut bû. Weke ku hemû xewneke ji kartonê bûn. Sê çar mehan em şaşomaşo bûn. Paşê em hinekî hatin ser hişê xwe.”
Tan: 49 saziyên ziman hatin girtin
Zimanzan Samî Tan behsa wan desteftiyan kir ku di dema şaredariyan de hatibûn bidestxistin. Tan diyar kir ku îro hemû tişt bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) tên diyarkirin û wiha axivî: “Saziya Ziman a Kurdan ji sala 1992yê ve heye. Dikarîbûn di şevekê de bihatina û deriyê wê bişkînin. Dikarîbûn dest deynin ser wê. Bivênevê wê ev tişt çêbûba.”
Tan destnîşan kir ku 49 Saziyên Ziman ên Kurdan hatine girtin û salê 10 hezar mirovî perwerdeya ziman li van deran distendin. Tan got ku her demê li dibistanan Kurdî bi awayekî fermî dihat qedexekirin û wiha pê de çû: “Her sîstemê berpirsiyarî dixist stûyê ya din. Di sala 2011yê de giştînameyek hat ragihandin. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wê welêt parçe bike û em ê vî mafê ti car nas nekin. Hatibû gotin ku ‘Ev daxwaza PKKyê ye. Ji ber wê em ê destûrê nedin Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.”
Emektar: Rewşa Awarte ji bo Kurdan her hebû
Şanoger Berfîn Emertarê jî got ku “Rewşa Awarte ji bo Kurdan çi çaxê qediya ye?” û wiha axivî: “Rewşa Awarte ji bo me her hebû. Îdiayeke me hebû ku em hunereke alternatîf ava bikin lê divê em li ser wê mijarê mijûl bibana ku em ê pozisyoneke çawa bistînin. Le sistiyek bi me re çêdibû. Çi dema ku şaredarî ji destên me çûn em matmayî man”.
Işik: Divê hunermend sergevez bin
Hunermend Agît Işikî jî bal kişand ser sergeveziya hunermendan û got ku divê li gorî rewşên awarte pozisyona xwe diyar nekin:
"Heke ku hunermend bibêje divê ciyê min xweş be, li wir pirsgirêk dest pê dike. Dêya min hîna jî ji min dipirse ku tu çu îşî dikî? Li gorî wê divê ez bi karekî din re mijûl bibim.” (BD/HK/FD)