Fotograf: NASA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî “Salnameya Bûyerên Asmanî” yên sala 2022yê, yek ji girîngtirîn bûyerên asmanî ya salê wê di 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2022yê de pêk bê. Çavdêrîxaneya Netewî ya TUBITAKê vê salnameyê amade dike.
Li gorî vê rewşê, wê sersalê, ango di 31ê Kanûna Pêşiê de dema roj diçe ava, hemû gerstrêk di carekê de li asîmanî bên dîtin.
Pênc ji van (Merkûr, Venus, Mars, Jupîter û Saturn) wê bi çavan, du jî (Uranûs û Neptun) bi rêya teleskopê wê bên dîtin. Her weha wê Pluton jî wê bi rêya teleskopê xuya bibe ku di sala 2006an de ji ber sedema “ne li gorî krîterên gerstêrkiyê ye” weke “gersktêrk” nehatibû qebûlkurin. Dîsa wê heyv jî di nava gerstêrkan de be.
Li gorî texmînan, rewşeke weke vê, dibe di sala 2040an de pêk bê.
Rojên girîng
Li gorî zanyariyên ku di Salnameyê de hatine weşandin, rojên din ên girîng ev in:
- 24ê Kanûna Pêşiyê, Heyv û Roj wê gelekî nêzîkî hev bibin (362 hezar û 800 km),
- 26ê Kanûna Pêşiyê, Heyv û Saturn wê gelekî nêzîkî hev bibin,
- 29ê Kanûna Pêşiyê dema roj biçe ava wê Merkur û Venus gelekî nêzîkî hev bibin,
- 29ê Kanûna Pêşiyê wê Heyv û Jupîter gelekî nêzîkî hev bibin.
(TY/FD)