Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li El Babê di şerê di navbera Hêzên Çekdarên Tirk(TSK) û DAIŞê de du leşker miribûn 15 leşker birîndar bûbûn, hejmara leşkerên mirîn bû pênc.
Bixwîne: Li El Babê du leşker mirin
TSKyê duhî serê sibeyê eşkere kiribû ku du leşker mirine, piştî nîvro bi daxuyanîyeka dî eşkere kir ku du leşker dî jî mirine, duhî bi şev bi daxuyanîyeka nû TSKyê eşkere kir ku leşkerekê dî jî miriye.
Hejmara leşkerên mirîn bû pênc
* Mahmut Ûslu (li aliyê rastê)
Hat eşkerekirin ku yek ji leşkerên mirîn ew serbazê bi navê Mahmût Ûslû ye ku di şeva sersalê de wî bi serokwezîrê Bînalî Yildirim re xwarin xwaribû.
Yek ji leşkerên duhî mirîn jî serbazê bi navê Yahya Efîoglû(30) e.
61 leşker mirine
Di 24ê Tîrmeha 2016ê de TSKyê digel Artêşa Azad a Sûriyeyê li Sûriyeyê dest bi operasyonan kir.
Operasyona li ser El Babê di 9ê Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de dest pê kiribû.
Di operasyonan de heta niho 61 leşker mirine.(NV/MB)
(ÇT/MB)