Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / inglîzî bitikîne
"Li Arktîkê [Herêma Qutba Bakur] bi mîlyonan hektar dişewitin, li daristanên baranê yên Amazonê jî [li Emrîkaya Navîn û Başûr] bi hezaran cîh dişewitin û di navbera van her du herêman de - ji Californiyayê heya giravên Gran Canariayê - agir li her derê bêdawî ye û ev şewat xetereyan li her derê belav dike û hemî hevsengiyan xera dikin. Li gel xirabtirbûna îklimê, ev şewatên ku ji erdên tropîk ber bi tundrayan ve deq bi deq dimeşin, wekî agahdarkirina hatina qiyametê xuya dikin. Guherîna di pêşbînîyên meteorolojîk, ji bo hin şîrovegeran hewqasî xedar û bê hempa ne ku şîroveger dibêjin ku ew tu peyv û gotinê nabînin ji bo vegotin û nirxandina rewşê."
Emeritus Profesor Stephen Pyne, dîroknasê xwezayê yê navdar ê ji Zanîngeha Arîzonayê di malpera HNN (History News Network) de nivîseke “kahînane” nivîsandiye. Di vê nivîsê de behsa veguherînên mezin ên dîroka sed hezar salî a mirovan kiriye. Bi gotineke din behsa wî tiştî kiriye ku bê ka mirovahiyê çawa agir bi kontrol bera erdên zindî daye û di encama “tewîn/jirêderketin”eke mezin de bê ka erdên bikevir çawa mîna sotemeniyên fosîl şewitandiye.
Gotar, di kovara Koleja Huner û Zanistî ya Zanîngeha Columbiayê de di 25ê Tebaxa 2019an de hatiye weşandin. Ango, tam 2 sal berî weşandina vê gotarê li ser Bianetê!
Di nav du salên borî de, şewatên bêkontrol li her deverê pir bûne, wekî ku Profesor Tyne bi zelalî texmîn kiribû: Ji şewatên gundî yên li Avusturalyayê ku 3 mîlyar ajalan şewitîn, heya bi California û bakurê rojavayê Dewletên Yekbûyî û rojavayê Kanadayê, ku ezman reş û tarî bûbû. Reş, dûman û mij ji wî alîyê parzemînê heta bi asîmanê New Yorkê belav bûbû, ji agirê li peravên eyaleta British Columbia yê Kanadayê ku milyarek zindîwerên deryayê yên biqalik tê de şewitîbûn û qir bûbûn…
Hatiye famkirin ku li Sîbîryayê, ew cihê herî sar ê ser erdê yê mirov lê dijîn, bi milyonan hektar ji ber şewatê tune bûye û gelek zindî qir bûne li wir. Her weha di encama vê şewatê de ew tebeqa axê (permarost) ya hezaran salan qerisîbû heliyaye û metan, gaza serayê ya ji karbon diyoksîtê gelekî xetertir û xedar derketiye ser rûyê erdê.
Li başûrê Ewropayê, li Italytalyayê, li Fransayê, li Balkanan, li bakurê Deryaya Spî, li Cezayîr, Tûnis û bê guman li Tirkiyeyê, nemaze li herêmên başûr, gelek zindîwer hatin kuştin, ku bûn sedema teoriyên komployê û tewra - wek ku li Cezayîrê hate dîtin. Wek - heya ku veguheztina trajedîyên kevin, wek şewitandin û lînçkirina muzîkjenê ciwan ku ji bo mexdûrên şewatê hat arîkariyê, wek "şewitandina terorîstekî" û ji bilî zirarên darayî yên mezin ên ku bi hêsanî nayên hesibandin û me hemûyan bi xemgîniyeka kûr heta me diêxe halê "solastalgia"yê, şewatên bi hêz ên bêhempa ku kezeba me jî şewitandin û wisa xuya dike ku ew ê wisa bidome ev… Ev dîmenên ku dişibine şîroveyên dojehê yên di pirtûka mûqaddes de. (NOT: Ger hûn bixwazin, bila em di vê gotarê de behsa av, lehî û tofanên li alîyê din ê di van pirtûkên pîroz de tê behskirin nekin.)
*Piştî şewata li Dixie Californiayê derketiey rewşa xanî û wesayitan
Agir: Çîroka herî kevn a mirovahiyê
Pyne, di nivîsa xwe de dibêje "Çîrokek heye”: Kevintirîn çîroka mirovahîyê ya tê zanîn e. Di heman demê de ew rewşa "çalakbûna" ekolojîk a mirovî (an keça mirov) jî diyar dike. Yanî çîroka agir:
"Dinya, bi taybetî gerdûneka agir e, ji agir e... Her weha, mirov jî afirîdên agir in ku weka wan tiştekî din nîne - cinsê tekane ye ku di rola bingehîn a agir de dilîze lê di heman demê de yekdestdariya manipulasyona (karanîna) agir jî di dest de ye […] ango, şewatên li Amazonê şahidê peymana Faustvarî (peymanek ku di berdêla zanîna bêdawî de giyanê xwe bifiroşe şeytan) ne ku bi agir hatî çêkirin ku li derveyî baroyên ekolojîk û herêmên tampon ên dîrokî bimînin (ango mirovê nûjen û bav û kalên wî yên wenda).
Ew peymanek wusa kevnar e, ango, ji dema ku Adem û Hewa hîn ji bihûştê nehatine derxistin û nehatine daxistin erdê, ku di genên me de cîh girtiye. Hevkarî û hevalbendîya me ya bi agir re bûye rastîyek (simbiyosis). Ji ber ku em fêrî çêkirina xwarinê bûne, rûvîkên me yên kin-kinî û serekî me yê mezin heye. Em hilkişiyane serê zincîra xwarinê ji ber ku me dest bi pijandina erd -bejahî -gundan kiriye. Niha jî ji ber ku me dest bi pijandina gerstêrkê kiriye em bi xwe bûne hêzeka jeolojîk. Me agir biriye cih û demên ku ew tu carî nikarîbû xwe bi xwe biçiyê; agir em birine her derê, heta ber bi derveyî cîhanê jî. Em agir wekî manîvelayê bi kar tînin, lê agir jî me wek manîvelayê bikar tîne. ” (Pyne, agy.)
"Havînên germ ên dirêj"
Hişyariyek tûj a ku dê her dem germa havînê be, ne zivistanê tenê, di rapora herî paşîn a Panela Navneteweyî ya Guherîna îklimê de, ku wekî şandeya zanyarî ya herî jêhatî di cîhanê de tê hesibandin, bi berfirehî hate nîqaş kirin, û tê fêm kirin ku ew ê di pêşerojê de gotûbêj berdewam bikin. Nivîskarê T24ê Cemal Tunçdemir, di gotara xwe ya bi sernavê "Havîn Tê" de, diyar kir ku "zengilên alarmê naha kerr lê dikevin" di civîna çapameniyê ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres de, ku rapora şeşemîn a 9ê Tebaxa 2021an de hate weşandin û hate gazî kirin û ev rapora nû "ji mirovahiyê re alarmeka sor û lezgîn" e. Wî diyar kir ku rapora şeşemîn û dawîn a Neteweyên Yekbûyî got; "Havîn hat". Nivîskar di heman demê de bi şibandinên mîtolojîkî bengîbûna mirovahiyê ya ji sotemeniyên fosîl jî behs kiriye:
"Di piraniya dîroka meya 11,000 salî de, me dojeh li jêrzemînê li welatê Hades û bihuşt li ezmanan xeyal dikir. Gava ku me fêhm kir ku fêkiya reş a Hades û ava wê, ango germa ku komir û petrolê ji me re tîne, dê asîmanên me bike dojeh, me êdî nedikarî dev jê berde ji ber ku êdî em fêrî te’ma wê bûbûn. Komir û petrol, ku bi karbonîzasyona tebeqeyên nebatî û fosîlên jîndaran ên ku bi mîlyonan sal berê di felaketên îklimê de tune bûne, çavkaniyên herî girîng ên derketina karbondîoksîtê ne ku di atmosferê de bandoreka serayê pêk tînin, dibine sedema di astek xwezayî de di demek pir kurt de ev yek pêk tê, mîna 100 salan. Bi vê bandora serayê, germahiya gerdûnî ji destpêka serdema pîşesaziyê û vir ve 1,2 pîleyan zêde bûye.
Bazirganiya bi şeytanî re û deynê dema wî derbas bûye
Di gotareka zanistî ya ku tenê du hefte berê hate weşandin de, em peyameka berbiçav a danûstandina Faustwarî ku bi şeytan re hatî kirin re rû bi rû man. James Hansen, zanyarê îklimê yê navdar (Rêvebirê Enstîtuya Goddard a NASAyê), di şahidiya xwe ya li Senatoya Dewletên Yekbûyî di dawiya 1980an de, ji cîhanê re ragihand ku germbûna gerdûnî fenomenek çêkirî ye û wî bi zanistî û bi şêwaza xwe ya aram û têgihiştî ji cîhanê re ev yek vegpt; di rapora xweya zanistî ya herî paşîn de, ku bi hevkarê xwe Makiko Sato nivîsîye, ku germahiya gerdûnî ya Tîrmeha 2021an hindik maye bibe germahiya herî bilind (germahiyeka bi 0.02 °î) ku bi amûra pîvanê hatiye kirin.
Hansen û Sato, di gotara xwe ya bi sernavê "Rojanekirina Germahîyên Temûzê: we’dê peymana Faust a deynê qediya" de, bi grafîkî destnîşan dikin ku yek ji wan sedemên herî girîng ku çima erd her ku diçe dibe hedefa agirên dojehî, zêdebûna nehevsengiya enerjiyê ya Erdê ye: ew destnîşan dikin ku ev cûdahiya balansê, ku di 45 salên 1971-2015an de serê metrekareyê bi qasî nîv wattî bû, ji 2015an vir ve -di nava 5 salan de- hema hema ducarkî bûye heta bi 1W/m2an derketiye. Nehevsengiya enerjiyê ya erdê, ku bi lez û bez zêde bûye, di heman demê de sedema bingehîn a bilezbûna germbûna gerdûnî ye. Digel vê yekê, ew di heman demê de dibînin ku ger gavên pêwîst in neyên avêtin, dê nehevsengiya enerjiyê ya di çaryeka sedsalê de di navbera 2015-2040an de dê di navbera 0.18 ° C/yan hema hema du qat bike, li gor 1970-2015an, di nava 10 salan de wê ev biqewime!
Gotara Hansen-Sato bi vê hevoka balkêş li ser mijarên me yên deyndariyê diqede:
"Dema deyndayîna deynê peymana Faustî hat, ku me di gotarên sereke de bi hûrgilî behsê kir. Dr Faust bi xwe, neçar ma ku ew vî deynî bide. Niha em jî vî deynî weka mîrasê ji zarok û nevîyên xwe re dihêlin.”
Zarokên me û têkoşîna wan
Zarok? Mîrata ji wan re mayî? Di 3yemîn Salvegera çalakiya yek-kesî ya keçika 15salî Greta Thunbergê de, ango çalakîya wê ku wê pankartek li ber parlamentoya welatê xwe vekir û ew çalakî û pankart piştî salekî bû hereketeka gerdûnî, UNICEFê (Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî) daxuyaniyek da ku tê çaverê kirin ku bibe sedema bertekên mezin: Hejmara zarokên ji ber krîza îklimê û bûyerên qirêjiya hewayê/jîngehê (pêlên germa zêde, agir, lehî, tofan, nexweşî, hişkesalî, qirêjiya hewayê hwd.) di bin "xetereya giran" de ne nêzî 1 mîlyaran e. Û ev hejmar hema hema nîvê 2.2 mîlyar zarokên cîhanê ye. Rêvebera UNICEFê Henrietta Fore yek ji peyvên herî kurt û trajîk ên cîhanê got:
“[Ev rapor], cara yekem e li cîhanê, eşkere dike ku zarok li hember xeternakîyên guherîna îklimê de dê li ku bin, di çi rewşê de û çawa bin; wêneyê ku tê ber çavên mirovan, bi rengekî xeyalî tirsnak e. Wê tenê zarokek tenê jî tune be ku bandor li jiyana wî nebe. "
Di ragihandin û ravekirina rapora UNICEFê de a ku bi Greta û aktîvîstên ciwan re hatî kirin de, Gretayê bal kişand ser ku divê beşdarbûna hemû çalakvanên ciwan ên îklimê di hemû danûstandin û biryarên îklimê de mecbûrî be, û Thunbergê li gel van hemûyan, kêliyekî jî bi paş ve gavekî neavêt û ev gotinên ku wê di bîra me tevan de cîyê xwe bigirin gotin:
"Em ne tenê mexdûrên [krîza îklimê ne] in; Em jî pêşengiya şerî dikin. Lê [cîhan] hîn jî krîza îklimê wekî rewşeka awarte nayê dîtin û nîkaşkirin. Li şûna ku em bi rastî çalakiyekî, tevgerekî, bikin, em hîn jî şildim bildimê dikin û desmalkeka kesk li anîya xwe girê didin. Lê, ji aliyekî din ve, bi mîlyonan mirov, nemaze ciwan, seferber bûne û ev di riya rast de gaveka pir girîng e. "
Ji bo pêşeroja ku mirov û gerstêrk girîngtirîn in
Rêvebirê UNICEFê diyar dike ku hîn jî wextê me heye, çalakvanên ciwan û zarok û di heman demê de di nav tevgerê de ne. Plana demeka nêz: Yekem çalakiya de facto ya cîhanî ya greva kolanan, yekser piştî xilasbûna pandemîyê - tê çaverêkirin ku çalakiyek girseyî be. Di 24ê Îlonê de! Di nivîsa Platformê de, ku tê de bangewaziyek heye ku ne tenê li dijî krîza îklimê lê li dijî hemî newekhevî û neheqiyên ku ji hêla pergalê ve hatine afirandin, bisekine, bi kurtî wiha tê vegotin:
"Zû de ye wext hatiye ku em beşdarî girseyan bibin, bi pêşengiya parêzvan û xebatkarên jîngehê pêş de biçin. Tezmînata zirara dîrokî ya ku ji hêla elîtên herî dewlemend (MAPA) ve li gel û herêmên ku herî zêde ji krîzan bandor bûne, qedexeyên radîkal ên derûdorê li Bakurê cîhanê, wekheviya vaksînlêdanê, betalkirina deynan, fînansa îklimê, tiştên herî bingeh3in in ku divê bêne pêkanîn. Em ê bi hev re ji bo pêşerojeka ‘adil ku wê kes lê li paş namîne, têbikoşin. Serkeftinên dîrokî yên çalakiyên kolektîf, pêdiviya ciwanan a ku bi hev re di têkoşîneke pir-sektorî û nifşî de ji bo pêşerojeka çêtir ji bo her kesî tevdigerin, îspat kir.Têkoşîn ji bo pêşerojeka ku mirov û gerdûn di rêza yekem de ne. "
Dû re jî meseleya xort û zarokan heye ku di civîna îklimê ya Neteweyên Yekbûyî COP 26 Glasgow de bibin xwedî gotin, lê ji bo wê hîn wext heye; Ka em wê li hêviya ku em di gotareka din de vebêjin biqedînin.
(ÖM/SO/VU/FD)
*Rêzenivîsa ‘Heyama ku Îklim û Dinya Diguhere
Jiyana me, di dema em dijîn de dibe dîrok! -Ömer Madra
1/ Welatekî li derveyê polîtîkayên îklîma cîhanî: Tirkîye- Ebru Voyvoda
2/ Guherîna îklîmê, xeyalet û polîtîkayên ewlekariyê- Özdeş Özbay
3/ Tirkiye dixwaze li heremê polîtîkayeka enerjiyê ya “millî” bimeşine- Emre İşeri
4/ Bandora krîza îklîmê û sotemenîyên fosîlî li ser tendûristîya zarokan- Çiğdem Çağlayan&Funda Gacal
5/ Dê rojên xweş bên, rojên tavî û bê termîk- Elif Ünal
6/ An kapîtalîzm an pêşeroj – Tuna Emren
7/ Sê şaxên nûçegîhanîya nûçeyên îklimê: Zanist, polîtîka û 'edeleta civakî - Ece Baykal Fide
8/ Zanist, têkoşîn û huner dikarin mirovan li hev bicivînin - Yasemin Ülgen
9/ Enerjiya paqij e yan xiyanet? - Serkan Ocak
10 / Êdî dem dema rawestandinê ya xurtbûna aborî ye- Gökçe Yeniev - Fikret Adaman
11/ Dema ku penaberên îklimê hatin û li derê me xistin- Mehmet Mücteba Göktaş
12/ Pergaleka xwarin-çandiniyê ya berxwêder li hemberî krîza îklimê çawa gengaz e?- Fikret Adaman, Duygu Avcı, Umut Kocagöz, Gökçe Yeniev
13/ Krîza îklimê bandorê li jinan dike, jin bandorê li têkoşîna îklimê dikin- Merve Ozçelîk
14/ Di edebîyatê de îklim/pêvxistin - Buket Uzuner
15/ Di serdema şewatan de Dr. Faustus û zarok - Ömer Madra
* Ev rêzenivîs bi alîkariya darayî ya Navenda Rojnamegeriyê û Medyaya Navnetewî ya Zanîngeha Metropolîtan a Oslayê (Oslo Metropolitan University Journalism & Media International Center) tê weşandin.