Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna ku li Enqereyê hatiye destpêkirin de li 5 bajaran polîsan bi sedema pîrozbahiyên Newrozê bi ser gelek malan de girtine û 19 kes desteser kirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di çarçoveya lêpirsîna ku li Enqereyê hatiye destpêkirin de li 5 bajaran polîsan bi ser gelek malan de girtine û 19 kes desteser kirine. Sedema serdegirtina malan pîrozbahiyên Newrozê hatiye nîşandan.
Di nava kesên hatine desteserkirin de Endama Meclisa Partiyê (PM) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bedriye Irmak û Nebahat Çalpan, Halîl Guzel, Bariş Guzel, Ahmet Guzel, Aykut Bozkuş, Cahît Gumuş, Mehmet Ustundag, Yasîn Bahçivan, Samet Ayataç, Kadîr Aytaç û Ramazan Aggoz hene.
Hatiye ragihandin ku kesên desteserkirî bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kirine” tên tawanbarkirin û birine Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.(AY)