Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Duh destê sibehê li Amed û Stenbolê polîsan avêtin ser gelek malan de. Di oprasyonên li dijî rojnamegeran de heta vê demê 6 rojnameger hatine binçavkirin.
Edîtorê Dikenê Tunca Ogreten, Berpirsê Rojnameya Yolculukê Eray Saygin, Şefê Buruya DIHABERê Omer Çelik, nûçegihan Metin Goksu, xebatkarê BirGunê Mahir Kanat û Kord^,tMudira ETHAyê Derya Okatan di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Di dosyayê de biryara veşartinê heye
Polîsan duh di saet 04:00an de li Amed Peyasê avêtin ser mala rojnameger Omer Çelik.
Di serdegirtinê de polîsan dê û hevsera Çelik dirêjî erdê kirin û wî jî zêdetirî nîv saet derb kirin. Polîsan bi çekan dirêjî serdê diya Omer Çelik kirin û gotin: “Te çima kurê xwe kir rojnameger? Te çima destûr da wî?”
Polîsan li malê dest danîn ser hemû telefonên, pirtûk û flash bellekan û ligel Omer Çelik birine mudiriyeta emniyetê.
Nûçegihanê DIHABERê Metin Goksu jî li Stenbol Bahçelievlerê ji mala xwe hat binçavkirin. Polîsan di serdegirtina malê de dest danîn ser hemû telefonan û wî binçavkirin.
Heta 5 rojan qedexeya hevdîtin bi parêzeran re
Polîsan avêtin ser mala edîtorê Dikenê Tunca Ogreten jî. Di serdegirtinê de li mala wî nêzî 3 saetan lêgerîn pêk hat û polîsan dest danîn ser hemû telefon û computeran.
Polîsan ji Ogreten re gotine ku ew bi hinceta “gumana endambûna rêxistinê” hatiye binçavkirinê û wî birine Vatan Emniyetê.
Xebatkarê BirGunê Mahir Kanat jî hat binçavkirin. Rêvebiriya rojnameyê di daxuyaniya xwe de hat gotin ku derbarê sedema binçavkirina Kanat de ti agahî nehatiye dayîn.
Sedema binçavkirinan
Rojnameya Sabahê îdia kir ku ji ber van sedeman ew rojnameger hatine binçavkirin:
“Têkila ya wan bi koma hackerê ya Redhackê re hene, li ser medyaya civakî propagandaya wan dikin û li ser navê wê komê di civakê de hişmendiyek çêdikin...”
Di wê nûçeya Sabahê de herwiha hat îdiakirin ku derbarê rojnameger Fatih Yagmur, Deniz Yucel û Hunkar Alican de biryara binçavkirinê hatiye dayîn.
TGSê binçavkirina şermezar kir
Sendîqeya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di wê daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku derbarê sedema binçavkirinan de ti agahî nehatiye dayîn û wiha hat gotin: “Em wê hişmendiya ku ji bo veşartina rastiyan rojnamegeran ji xwe re dike hedef bi ti awayî qebûl nakin. Em careke din dibêjin ku ‘rojnamegerî ne sûc’.”
TGSê daxwaz kir ku rojnamegerên binçavkirî demildest serbest werin berdan.
(AS/YO)