Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Berevaniyê ya Azerbeycanê û ya Ermenistanê bi du daxuyaniyên cida aşkere kirine ku di navbera leşkerên her du welatan de şer û pevçûn destpê kirine. Beriya niha bi 10 mehan li Qerebaxê şer û pevçûnên di navbera her du welatan de bidawî bûbûn û ji wê rojê ve li herêmê aramî hebû.
Li gorî nûçeya rojnameya Agosê, Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan vê sibê (13ê Îlonê) li Parlamentoyê axiviye û gotiye ku di encama şer û pevçûnan de 49 leşker mirine. Paşînyanî diyar kiriye ku dibe hejmara miriyan zêde bibe û alozî "piçekî sekiniye" lê êrîşa Azerbeycanê li hin deveran dewam dike.
Wezareta Rewşa Lezgîn a Ermenistanê jî diyar kiriye ku sê sivîl birîndar bûne, rewşa birîndarekî gelekî xirab e.
Wezîrê Karûbarên Derve yê DYAyê Antony Blinkenî daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û bang li her du welatan kiriye. Blinkenî gotiye: "Em bang dikin ku her cûre pevçûnên leşkerî demildest bidawî bibin."
Hevdu tohmet dikin
Him Azerbeycan him jî Ermenistan hev tohmet dikin. Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Wezareta Berevaniyê ya Azerbeycanê daxuyaniyek daye û gotiye ku artêşa Ermenistanê duh (12ê Îlonê) di saetên êvarê de li herêmên Daşkesen, Kelbajar û Laçînê "provokasyonên gelekî berfireh pêk aniye."
Wezaretê di beşeke daxuyaniyê de gotiye: "Komên sabotajê yên Hêzên Çekdar ên Ermenistanê li hêlên cida, li nava mewziyên artêşa Azerbeycanê û li ser rêyan mayîn bicih kirine û yekîneyên Azerbeycanê ji bo nehêle tiştekî bi vî rengî bikin tedbîr standine, di encamê de jî pevçûn derketine."
Wezaretê her weha ew îdia qebûl nekeriye ku dibêjin artêşa Azerbeycan mirovên sivîl û binesaziyê dike hedef û wê midaxele li axa Ermenistanê kiriye.
Li gorî nûçeya rojnameya Agosê, Berdevkê Wezareta Berevaniyê yê Ermenistanê Aram Torosyanî daxuyaniyek daye. Torosyanî gotiye, "Saet 00.05ê 13ê Îlonê yekîneyên Hêzên Çekdar ên Azerbeycanê bi çekên giran û topavêjan li hêla Gorîs, Sotk û Jermûkê gule reşandine li ser mewziyên ermeniyan."
Berdevkî her weha diyar kiriye ku li hêla Ermenistanê mirî û birîndar hene û wê hûrgiliyan zelal bikin.
Pûtîn û Macron bi rêya telefonê axivîne
Dema pevçûn didomiyan Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan bi rêya telefonê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macronî re axiviye. Di hevdîtinan de li ser pevçûnên dawiyê gotûbêj hatine kirin.
Wezîrê Karûbarên Derve yê DYAyê Antony Blinkenî derbarê pevçûnan de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Blinkenî gotiye "Êrîşên li dijî jîngehan û avahîsaziya sivîl a li Ermenistanê jî tê de, DYA ji ber pevçûnên li ser sînorê Ermenistanê û Azerbeycanê rû dane gelekî metirsîdar.
"Weke ku ev demeke dirêj e em dibêjin, nabe ev pirsgirêk bi rêya leşkerî were çareserkirin. Em bang dikin ku demildest her cure pevçûnên leşkerî bidawî bikin." (SD/FD)