Fotograf: Platforma TCK 103
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Sezgîn Tanrikûlû, Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Gel a Komarî(CHP) rapora ku amade kiriye ya têkildarî 20ê Çiriya Paşiyê Roja Mafên Zarokan ê Cîhanê aşkere kiriye.
Di raporê de hatiye diyarkirin, Peymana Mafên Zarokan di sala 1989an de di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî(NY) de hatiye pejirandin. Tirkiye ji her sê xalên 17, 29 û 30em dûreperêz maye. Ev xalana mafên zarokên yên weke “perwerde”, “azadiya derbirînê”, “jîyandina çanda xwe” û “bi awayekî azad bikaranîna zimanê xwe” dihewîne.
Di 10 mehan de herî kêm 21 zarok hatine kuştin
Tanrikûlû di raporê de cîh daye “Çeteleya Tûndkariya Mêran” ya bîanetê û weha gotiye:
“Di sala 2019an de herî kêm 15 zarok ji aliye meran ve hatine kuştin. Di 10 mehên ewil yê sala 2020an de jî herî kêm 21 zarok hatine kuştin.
Di nava salê de di bûyerên ku hêzên ewlehiyê tê de çek bikaraniye, 2 zarok birîndar bûne yek jî miriye. Herî kêm 2 zarok ji ber mînên bejahîyê, bombeyên bêxwedî û teqemeniyan birîndar bûne.
Di sala 2020an de herî kêm 2 zarokên penaber/koçber di encama êrişên kes an go komên nijadperest de mirine. Herî kêm 8 zarokên penaber di rêya koçberiyê de mirine.
Herî kên 28 zarok rastî îşkenceyê hatine. Li gorî daneyên rêxistinên mafparêz di 10 mehên ewil yên sala 2020an herî kêm 28 zarok di bûyerên civakî ango di dema desteserkirinê de rastî îşkence û miemelaya xirap ya hêzên ewlekariyê hatine.”
Îstîsmara zarokan zêde bûye
Li gorî “Çeteleya Tûndkariya Mêran” ya bîanetê, di sala 2019an de herî kêm 279 zarok rastî îstîsmara zayendî ya meran hatine. Di 10 mehên ewil yên sala 2020an de hejmara zarokên ku rastî îstîsmara zayendî hatine herî kêm 226ê.
Li gorî daneyên TUÎKê di navbera salên 2014-2017an de jê 7 hezar û 466 kur, 51 hezar û 818 keç bi giştî 59 hezar û 284 zarok îstîsmara zayendî lê hatine kirin.
Li gorî rapora Komîsyona Mafên Zarokan ya Şaxa Stenbolê ya İHDê di 16 salên dawî de 440 hezar zarok ku salên wan di bin 18an de ye ducanî bûne û zarok anîne. Di raporê de hatiye destnîşankirin ji sûcên zayendî sedî 46 li dijî zarokan tên kirin.”
Zarok dixebitin nikarin biçin dibistanê
Di 10 mehên ewil yên sala 2020an de di dema karî de herî kêm 53 zarok mirine. Di sala 2019an de jî 29 jê salên wan 14 û di bin 14an de 67 karkerên zarok û ciwan mirine.
Li gorî daneyên TUİKê yên di meha Nîsana 2019an de hatiye aşkerekirin, nêzîkî 720 hezar zarok kar dikin.
Li gorî encamên 2019 yên Lêkolîna Karî yê Zarokan, ji zarokên ku kar dikin jê sedî 79,7 salên wan 15-17 ne, sedî 15,9 salên wan 12-14 ne û sedî 4,4 jî 5-11 ne.
Ji zarokên ku dixebitin jê sedî 70,6 kur û sedî 29,4 keçin.(RT/AY)