Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de ya 703yê li Rojnameya Fermî hatiye weşandin. Di sê rojên paşiyê de pênc biryarname hatine îlankirin.
Navê Dîwana Wezîran ji qanûnan hatiye rakirin li şûna wê “serokkomarî” hatiye danîn. Rêxistina serokwezîrîyê hatiye rakirin.
Bixwîne - Li Nevşehirê kesek ji ber parvekirinên medyaya civakî hatiye girtin
*Navê Wezareta Maliyeyê bûye Wezareta Maliye û Xezîneyê.
*Misteşariya MIT(Rêxistina Îstixbarata Neteweyî) bûye Serokatiya MITê.
*Wezareta Veguhestin û Plansaziyê hatiye danîn.
*Wezareta Sanayî û teknolojiyê hatiye çêkirin.
*Wezareta Ticaretê hatiye çêkirin.
(AS/MB)