Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di sê rojên dawiyê de li bajarên cida yên Tirkiyeyê 8 zarok di ava golê, bendê yan jî erqa avê de fetisîne.
Agirî
Li navçeya Panosê, ya Agiriyê Mustafa Ozerê 14 salî piştî ezmûna lîseyan, ji bo hênik bibe ketiye Benda Panosê. Kesên li derdorê piştî demekê dîtine ku Ozer naxuye. Telefonî 112yê, Navenda Banga Lezgîn kirine. Tîmên Midûriyeta Rewşa Lezgîn û Karesatan (AFAD) bi belemê li nava bendavê li Ozerî geriyane. Paşê polîsên noqar ên Midûriyeta Emniyetê ya Wanê hatine wir û piştî lêgerînê, laşê Ozerî ji bin avê derxistine. Cenazeyê Ozerî ji bo otopsiyê birine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Panosê.
Tekîrdag
Li navçeya Çorlûyê ya Tekîrdagê Mûhammet Tokcanê 13 salî ji bo xwe hênik bike, ketiye ava golê. Tokcanê ku di nava avê de xwestiye melevaniyê bike, piştî demekê winda bûye. Piştî ku beşek ji ava golê vala kirine, noqaran laşê Tokcanî dîtiye.
Şirnex
Li Şirnexê beriya niha bi du rojan du zarok ketibûn ava Çemê Dîcleyê û winda bûbûn. Duh cenazeyê her du zarokan dîtine. Îdrîs Putruyê 17 salî û Zekeriya Nergîzê 13 salî du roj berê ketibûn avê. Avê zarok dabûn ber xwe û ew winda bûbûn. Tîma Lêgerînê û Rizgarkirinê ya Bin Avê ya Şaredariya Cizîrê di encama xebatan de laşê Putruyî dîtine. Piştî karên otopsiyê, malbata wî cenazeyê wî li Goristana Hemdemî veşartiye.
Di encama xebatên AFAd, tîma Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Bin Avê ya Şaredariya Cizîrê û polîsan cenazeyê Nergizî jî dîtiye. Cenazeyê zarokî ji bo otopsiyê birine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Antalya
Li navçeya Serîkê ya Antalyayê zarokeke 9 salî ketiye erqa avê û fetisiye.
Yakin Habîba sûriyeyê, tevî malbata xwe çûye serdana xizmên xwe yên li derdora Denizdereyê ya Taxa Karincaliyê karê çandiniyê dikin. Habîb dema dilîst, ketiye erqa avê. Bav li keça xwe geriyaye lê ew nedîtiye û paşê ji rayedaran alîkarî xwestiye.
Piştî du saetan cenazeyê keçikê kîlometroyekî dûrî wî cihê ku ketiye avê, dîtine. Cenazeyê wê ji bo otopsiyê birine Saziya Tiba Edlî ya Antalyayê.
Amed
Li gorî nûçeya Îbrahîm Yenîyûrtî ya di Habercomê de hatiye weşandin, 4 hevalan li Taxa Baxivarê ya navçeya Sûrê ya Amedê xwestiye bikevin avê û xwe hênik bikin. Ji van çar hevalan Enes Can, Osman Yetîşgîn û Yûnûs Vûral ber bi avê ve çûne. Xwendekarê ku xwe ji avê rizgar kiriye, alîkarî ji kesên derdorê xwestiye.
Ciwan piştî ku ketin avê bi saet û nîvê ji hêla welatiyan ve hatine derxistin. Digeh hemû midaxeleyan her sê jî mirine.