Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî rapora Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG), di sê mehên destpêkê yên sala 2022yê de kêmanî 347 karker di dema karkirinê de mirine. Di Kanûna Paşiyê de 120, Sibatê 109 û Adarê jî 118 karker miribûn.
312 kesên mirine karker û karmed, 35 jî cotkar û esnaf bûn. Bi tenê 13 karker (ji sedî 3,74) endamên senîdakayan bûn.
Di van sê mehan de 5 karkerên zarok/ciwan mirine ku temenê yekî di jêr 14an û yên din jî di navbera 15-17an de bû.
25 karker jin, 322 jî mêr bûn. 18 ji wan penaber/koçber bûn. Ji van karkerên penaber/koçber 8 jê sûriyeyî, 2 afganistanî, 2 îranî û 2 jî ozbekistanî, her yek ji wan yek endonezyayî, yek pakistanî, yek rûsî û yek ji sirbistanî bû.
63 ji wan ji ber qezaya trafîkê, 63 ji ber herifandin an jî pelçiqandinê, 48 jê ji ber ji cihekî bilind ketine, 48 jê ji ber dilê wan sekiniye an jî xwîn çûye ser mejiyê wan, 39 jê ji ber Covid-19ê mirine. 21an xwe kuştine, 13 ji ber teqîn an jî şewatê, 13 ji ber jehrîbûn, fetisînê, 11 ji ber tundkariyê, 10 ji ber cereyanê bi wan girtiye, 7 ji ji ber tiştek li bin guhê wan ketiye, 1 ji ber birîn an jî jêkirinê mirine.
10 karker jî ji ber sedemên din mirine.
Karker bêhtir li Stenbolê mirine
Karker li 66 bajarên Tirkiyeyê û heft welatên din mirine:
60 karker li Stenbolê; 23 karker li Kocaeliyê; 17 karker li Îzmîrê; 13 karker li Bûrsayê; her yek li Enqere, Kayserî û Rihayê 11 karker; her yek li Aydin, Denîzlî û Mersînê 10 karker; her yek li Antalya, Balikesîr û Mûglayê 8 karker; her yek li Edene, Dîlok, Sakarya û Samsûnê 7 karker; her yek li Çanakkale, Konya û Zongûldakê 6 karker; her yek li Manîsa û Trabzonê 5 karker; her yek li Semsûr, Êlih, Çorûm, Mereş, Kirşehîr û Meletiyê 4 karker; her yek li Artvîn, Bolû, Kirikkale, Mêrdîn, Nîgde û Yalovayê 3 karker; her yek li Bartin, Erzerom, Eskîşehîr, Colemêrg, Hatay, Karabuk, Kutahya, Tekîrdag û Ûşakê 2 karker; her yek li Afyon, Aksaray, Erdexan, Bûrdûr, Çankiri, Amed, Duzce, Elezîz, Gîresûn, Îdir, Isparta, Karaman, Qers, Kastamonû, Kirklarelî, Kîlîs, Nevşehîr, Ordû, Rîze, Sêrrt, Sînop, Sêwas û Tokatê karkerek mirine. 8 karker jî li derveyî Tirkiyeyê (2 jê li Qibrisa Bakûr, her yek li Azerbeycan, Çîn, Dominik, Iraq, Israil û Rûsyayê karkerek) mirine. (HA/FD)