Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Tirkiyeyê bi kiriyarên xwe yên otorîter pêvajoya 20 salan dom kirî ya ji bo endambûna Yekîtîya Ewropayê xistiye di rewşeka aloz de. Desthilat hewil dide dengên mixalif, rojnamegerên rexneker û mafparêzan bi rêya dadgehan bêdeng bike. Sazî bi sîstema serokkomarîyê ve hatine girêdan û ji bo wan rê tê dayin ku kiriyarên antîdemokratîk bike.
Di Rapora Azadîya Çapemenîyê ya Dinyayê ya RSF (Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas ) Tirkiye di rêza 157. de ye. Parlamentoya Ewropayê dyar kiriye ku ew bi awayekê fermî hewil divê têkiliyên bi Tirkiyeyê re bêne sistkirin. Sîstema dadkirinê, TRT û Ajansa Anadolûyê ji serxwebûnê bi dûr ketine.
Rojnamegerên wek İktidar, Musa Kart, Önder Çelik, Güray Öz, Mustafa Kemal Güngör, Emre İper, Mümtazer Türköne, Ahmet Altan û Nazlı Ilıcak di girtîgehan de ne. Di demekê welê de ku bi keyfane rojnameger têne girtin û kiriyarên antîdemokratîk têne kirin. Di vê rewşê de dewlet mecbûr ma Reforma Dadkirinê eşkere bike.
Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê ya Nîsan, Gulan û Hezîranê nîşan dide ku di demekê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Dadgeha Qanûna Bingehîn, dadgehên herêmî berpirsiyarîya xwe ya pozîtîf pêk nahînin de 213 rojnameger têne dadkirin. Ji bo wan rojnamegeran 10 caran mûebeda zehmetkirî, 2 hezar û 408 sal cezayê girtinê, milyonek 885 hezar TL ceza tê xwestin.
Rapora Çavdêrîya Li Medyayê nîşan dide ku li ser dozên li rojnamegeran hatîn vekirin biryar hatine dayin, an jî pêvajo ber bi dawiyê ve diçe. 27 nûner û xebatkarên medyayê bi Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê û Qanûna Cezayan a Tirkan; 48 sal 1 meh û 23 roj cezayê girtinê(11 sal û 8 meh cezayê paşdedayî ye) hatiye dayin.
Serokkomar di Tebaxa 2014ê de hatibû hilbijarin. Ji wê rojê heta niho 59 rojnameger ji ber fikrên li dijî serokkomar, Recep Tayyip Erdoganî têne dadkirin.
Sernivîsên Rapora Çvdêrîya Li Medyayê ev in:
“Rojnamegerên hatîn kuştin”,”rojnamegerên hatîn girtin”,”êrîş û tehdîd”,”bêcezayî”,”lêpirsîn û doz”,”qedexe, girtin û komkirin”,”nûçegihanî”,” Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê”,”rojnamegrên karê wan jê hatî standin.”
Yek bi yek rojnameger diçin girtîgehê...
Li gor lêkolîna me heta 1ê Tîrmehê bi dehan rojnameger ji ber fikir û karên xwe yên rojnamegerîyê di girtîgehê de. Bi gelek dozan rojnameger û endamê medyayê bi sûcên “endamîya rêxistinê” û “propagandaya ji bo rêxistinê” têne dadkirin. Welê dixweyî ku ji dozên di raporê de hatîn behskirin ceza dê bê dayin.
Di vê dewra sê mehane de birêvebirê Rêxistina Bûrsayê ya Komeleya Hevdem ya Rojnamegeran, Ozan Kaplanoglu û nivîskarê rojnameya Yeniçagê Yavuz Selim Demirag ji ber ku di dema serokwezîrîya Recep Tayyip Erdoganî de fikrên xwe yên li ser wî diyar kiribûn çûne di girtîgehê de. Wan ji sûcê “heqareta li karmendên civakê” ceza standiye.
Serokkomarî Belgeya Reforma Hiqûqê eşkere kiribû. Heke ew stratejî mafê agahîstandinê yê gelî, azadiya xwe-îfadekirinê garantî neke dê ji bilî kurtkirina dema girtîbûnê kêrî tişteka dî neyê.
Rojnamegerên ku ji bo hevgiriyê bi awayekê sembolîk bûbûn berpirsên weşana rojnameya Ozgur Gundemê bi Qanûna Têkoşîna Li dijî Terorê tên dadkirin. Digel ku hewceyîyeka bilez e jî ji bo vê çareserîyek nehatiye dîtin. rojnamegera bi navê Ayşe Duzkan bi awayekê keyfane hatiye girtin ji bo wê çareserîyek nehatiye dîtin. Nivîskar û birêvebirên rojnameya Cumhurîyetê Hakan Kara, Güray Öz, Musa Kart, Önder Çelik, Mustafa Kemal Güngör û Emre İper hatine girtin û têne dadkirin ji bo vê yekê çareserîyek nehatiuye dîtin.
Nûçegihanê Die Weltê nêzîkî salekê li Tirkiyeyê di girtîgehekê de mabû. Piştî gilîya wî lêkolînek hatibû kirin. Ji ber wê raporê û biryara Dadgeha Qanûna BIngehîn ku li girtîgehan miameleya ne mirovaneli girtîyan tê kirin, em zêdetir di fikarê de ne.
Rojnameger ji ber çi têne desteserkirin?
Di mehên Nîsan-Gulan-Hezîranê de ya kêm 14 rojnameger û xebatkarên medyayê hatine desteserkirin. Çar ji rojnamegeran ji ber mijarên bi “kêşeya kurdan” ve girêdayî hatine desteserkirin.
îktîsatnas û rojnameger, Mustafa Sönmez û edîtorê sendika.orgê, Ali Ergin Demirhan bi gumana “heqareta li serokkomarî” berpirsê weşana giştî yê rojnameya Yurtê, Ali Avcu jî ji ber pirtûka wî ya bi navê “Kırk Katır mı? Yoksa Kırk Satır mı? Bir dönemin Anatomisi” hatiye desteserkirin.
Nûçegihana pêvajoyên dadkirinê ya rojnameya Cumhurîyetê, Canan Coşkun ji ber nûçeyeka xwe ya bi navê “Hakim ve Savcılara İndirimli Konut (erzanîya xaniyan ji bo dadger û dozgeran hatiye kirin) hatibû desteserkirin. Rojnameger Nurcan Baysal ji ber beşdarbûna civîna Kongreya Civakên Demokratîk, Zeynep Kuray dema ji bo çêkirina nûçeya greva birçîbûnê çûbû Bazara Misirê, nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê dema ji bo nivîsîna nûçeyê li ber Girtîgeha Bakirkoyê li Dayikên Aştiyê dinêrî hatine desteserkirin.
Di hemîya sala 2018ê de, 47 rojnameger hatine desteserkirin.
Êrîşên di bin sîya hilbijartinan de
Di mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê de ya kêm êrîş li 10 rojnamegeran hatiye kirin. Di pêvajoya piştî 31ê Gulanê (hilbijartina şaredariya Stenbolê) de êrîş li wan kesan hat kirin ku rexne li AKP (Partiya Edalet û Pêşketinê) û MHPyê (Partiya Neteweparêz a Gelî) dikirin.
Rojnamegerên wek Sabahattin Önkibar, Hakan Denizli, Ergin Çevik, İdris Özyol, Mehmet Eren, Yavuz Selim Demirağ ji ber hewaya sîyasî bûne armanca êrîşan. Midûrê nûçeyan yê Yeni Akitê, Murat Alan li ber derîyê mala xwe hatiye hingavtin.
Li navçeya Bodrumê ya Muglayê dema ku nûçegihanê rojnameya Hurriyetê Cenker Tezel, bûçegihanê TV 100ê Metehan Ekşi û nûçegihanê Bloomberg TVyê Onur Aydin li kelekekê siwar bûbûn. Di wê demê de keleka lezgîn ya otêlekê bi zanebûnî li keleka rojnamegeran hat dayin. Çêdibû ku rojnameger bimirin.
Di hemîya sala 2018ê de êrîş li 19 rojnamegeran û saziyeka medyayê hatiye kirin.
Doz li nûçegihanên nûçeyên aboriyê hatine vekirin
Di vê demê de nûçegihanên nûçeyên aboriyê rastî çewisandin û fişaran hatine. Derketiye holê ku pênc rojnameger bi îdiaya ku li dijî Qanûna Bazara Sermayeyê derketine doz li wan hatiye vekirin û ji bo wan 25 sal cezayê girtinê hatiye xwestin.
Rojnamegerek bi îdiaya ku di nivîseke xwe de Qanûna Bankevaniyê binpê kiriye tê dadkirin. Tê xwestin ku li rojnameger 3 sal û 2 hezar roj cezayê girtinê bê birîn û paşê vî cezayî bîzivirînin cezayê pereyan.
Cezakirin
Di van dadkirinan de ji bo hemû rojnamegeran li ser hev 10 caran cezayê miebeta girankirî, 2 hezar û 362 sal cezayê girtinê hatiye xwestin.
Hejmara bergumanan û cezayên tên xwestin a di dadkirina ji ber “heqaret” û “heqareta li Serokomarî” ne di nava vê hejmarê de ye. Ev jî bikeve nav, hejmara bergumanan digihêje 213yan.
Heqaret/Buxtan
Di mehên Nîsan-Gulan-Hezîrana 2019ê de li şeş rojnamegeran bi tohmeta ku “heqaret” û “buxtan” kirine doz hatiye vekirin û ji bo wan li ser hev 14 sal cezayê girtinê hatiye xwestin.
Yek ji rojnamegerên ku bi tohmeta “heqaret kiriye” beraet kiriye. 3 hezar û 466 TL cezayê pereyan li rojnamegerekî hatiye birîn.
Rayedarê Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) ê Bûrsayê Ozan Kaplanoglû û nivîskarê rojnameya Yenîçagê Yavûz Selîm Demîrag, bi îdiaya ku di dema Erdogan Serokwezîr bûye “heqaret lê kiriye” hatine girtin, ketine girtinê û ji girtîgehê derketine.
Sê rojnameger û dezgeheke medyayê bi îdiaya ku “heqaret kiriye” û “êriş li kesan kiriye” hatine dadkirin û ji bo wan milyon û 885 hezar TL cezayê pereyan hatiye xwestin.
Dadgeheke herêmî 50 hezar TL cezayê pereyan ê ku di van dozan de hatiye xwestin, qebûl nekiriye. Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind dosyayeke din ji van xera kiriye ku 10 hezar TL cezayê pereyan dihate xwestin. Dadgehekê ji bo dosyayekê biryara bêerkiyê daye ku 250 hezar TL cezayê pereyan dihate xwestin.
Di tevahiya sala 2018ê de bi tohmeta “heqaret kiriye” 4 sal û 9 meh û 17 roj cezayê girtinê (2 sal û 8 meh û 15 roj jê hatiye taloqkirin) ceza li heft rojnamegeran hatiye birîn. Li ser hev 18 hezar TL cezayê pereyan li xêzkerekî û dezgeheke medyayê hatibû birîn.
“Heqareta li ser Erdoganî”
Di sê mehên dawiyê de ji ber nêrîn û rexneyên li ser Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî, heft rojnameger hatine dadkirin. 32 sal û 8 meh cezayê girtinê ji bo wan tê xwestin. Yekî/ê ji wan beraet kiriye, 2 sal û 3 meh û 6 roj cezayê girtinê li du rojnamegeran hatiye birî.
Yek ji van dozan hê nû hatibû vekirin. CHPyê di vê demê de li parlamenê pirsa Xala 299ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) kiriye ku rojnameger aborînas Mustafa Sonmez û edîtorê malpera Sendika.orgê Ali Ergin Demirhan ji ber wê hatibûn desteserkirin.
Piştî ku Recep Tayyîp Erdogan di Tebaxa 2014ê de weke Serokomar hate hilbijartin û vir ve ev xal ji bo têkoşîna li hemberî rexne û îdiayên derbarê Erdoganî de bi awayekî berfireh hatiye bikaranîn. Heta 1ê Tebaxa 2019ê bûye sebeba ku cezayê girtinê, cezayê girtinê yê taloqkirî û cezayê pereyan li 59 rojnamegeran bê birîn.
Di sala 2018ê de dîsa ji ber heman xalê 38 sal û 5 meh û 4 roj cezayê girtinê (6 sal û 10 meh û 12 roj jê hatiye taloqkirin) û 35 hezar TL cezayê pereyan li 20 rojnamegeran bê birîn.
Qedexeya Wikipediayê birine Dadgeha Ewropayê
Di van sê mehan de çar rojname û kovarek hatiye sansurkirin ku gelek ji wan li girtîgehan bûye. Dîsa malperek, nivîseke online, du nûçeyên online, du hesabên Twitterê hatine sansurkirin.
Malpera zanyariyan a herî mezin a dinyayê Wikipedia bi hinceta ku nivîsên li dijî hikûmeta Tirkiyeyê tê de hene, 26 meh in li Tirkiyeyê qedexe ye. Bi îdiaya ku “di hin rûpelên xwe de Tirkiye di qada navnetewî de xistiye tengasiyê” di 29ê Nîsana 2017ê de hatibû qedexekirin. Rayedarên Wikipediayê giliyê Tirkiyeyê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kiribû.
Dadgeha Qanûna Bingehîn
Di van sê mehan de Dadgeha Qanûna Bingehîn di serlêdana sê kesan de diyar kiriye ku mafê azadiya xwe-îfadekirinê heye û ev maf hatiye binpêkirin. 13 jê rojnameger 29 kesan û dezgeheke medyayê serî li Dadgehê dane. Dadgehê biryar daye û gotiye divê tevli mesrefa dadgehê 95 hezar û 207 TL pereyan bidin van sê rojnamegeran.
Dadgeha Qanûnî her weha di biryareke xwe ya din de gotiye, divê dewlet 7 hezar û 500 TL pereyan bide 15 girtiyan. Li gorî vê encamê Dadgeha Qanûna Bingehîn biryar daye ku di vê demê de 102 hezar û 707 TL cezayê pereyan bide kesên serlêder.
Di vê demê de Dadgeha Qanûnî serlêdana şeş rêveber û rojnamegerên berê ên rojnameya Cumhuriyetê, ya rojnameger Ziya Atamanî û profesorekî beşa ragihandinê qebûl nekiriye. Di serlêdana malpera bianet û Gerçek Gundemê û rojnamegerekî de biryar daye ku mafên wan hatiye binpêkirin.
Dadgeha Qanûna Bingehîn dosyayên ku ne li dijî polîtîkayên ewlehiyê yên desthilatdariyê dixe rojeva xwe lê serledana rojnameger-nivîskar Ahmet Altan û Nazli İlicakê nanirxîne ku nêzîkî sê salan e girtî ne.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016ê re serlêdanên şexsî yên ji Tirkiyeyê diçin ber destê wê ne di nirxand. Lê di 20ê Adara 2018ê de ji bo rojnamegerên girtî biryarek dabû (biryarên Şahîn Alpay û Mehmet Altanî). DMMEyê di mehên Nîsan-Gulan-Hezîranê ya 2019an de jî derbarê dosyayên azadiya xweîfadekirinê û serlêdanên şexsî de ti biryar nedaye.
Ahmet Altan û Nazli İlicak jî tê de gelek rojnamegerên piştî hewldana derbeyê hatine girtin, bêyî cezayê wan bê pesendkirin girtî ne û li bendî biryara DMMEyê ne. Rojnamegeran bi sedema “biryara girtinê ya neheq” serî li DMMEyê dane.
DMMEyê di dosyaya nûçegihanê berê yê Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DİHA) Idrîs Sayilganî de xwestiye hikûmeta Tirkiyeyê xwe biparêze. DİHA di encama Biryarnameya Di Hukmê Qanûnan de (KHK) hatibû girtin.
Bêcezahiştin
Desthilatdariya siyasî li hemberî tundkariya laşî ya li ser rojnamegeran bêdeng maye ku ku di dema hilbijartina Bajarê Mezin a Stenbolê ya 31ê Adarê û 23yê Hezîranê de pêk hatiye.
Kesên êrîş birine ser Yavuz Selim Demirag, rojnamegerê Yeni Çagê bi sedema ku “tenduristiya wî baş e” serbest bûne. İYİ Partî û CHPyê xwestine bûyerên êrîşê werin lêkolînkirin lê bi dengên AKP û hevkarê wê MHPyê ve hatine redkirin. 10 bûyerên êrîşê pêk hatine, tenê di bûyerekê de êrîşkar hatine girtin.
Di doza esasî ya Serfermandariyê de cezayê miebeta giran li Muhsin Kutsi Bariş, Fermandarê Berê yê Alaya Parazvanên Serokomariyê hatiye birîn. Bariş bi hinceta ku di şeva hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016ê de fermana serdegirtina TRTyê daye dihate dadkirin û di dozê de 224 berguman hebûn.
Rojnameger Ugur Mumcu û Ahmet Taner Kişlali di salên 1990an de hatibûn kuştin. Derbarê kuştina wan de dozek bi navê Hêviyê ango Umut dihate meşandin. Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo Ogûz Demîr, kesê bombe avêtiya û pênc bergumanên din biryara ji nû ve dadkirinê standibû. Dadkirin bi du dosyayên cida berdewam dike.
Doz li heft dozger û dadweran hatiye vekirin ku di Adara 2011ê de ji ber reşbeleka pirtûkê ya bi navê “Artêşa Melayî” (İmamın Ordusu) rojnameger Ahmet Şik di encama komployê de girtibûn. Bi sedema ku “wezîfeya xwe xerab bi kar anîye” û “azadiya kesekî/ê asteng kiriye” doz li dadger û dozgeran hatiye vekirin. Lê ji ber ku Daîreya Yargitayê ya ku wê dosya binirxanda hatiye guhertin, dadkirinê dest pê nekiriye.
RTUK
Lijneya Bilind a Radyo Televizyonan (RTUK), di meha Nîsan – Gulan– Hezîrana 2019ê de ji ber nûçe, film û bernameyan 19 caran cezayê pereyan, 19 caran jî cezayê betalkirina bernameyan li dezgehên kanalên televizyonê birî ye. Lijneyê li ser hev 943 hezar û 787 TL cezayê pereyan daye wan.
Di sê mehan de 30 rojnameger bêkar mane
Di sê mehan deherî kêm 30 rojnameger, qunciknivîsarek û xebatkarekî/e karên nivîsan an ji kar hatine derxistin an jî di encama guherîna edîtoryal a dezgeha medyayê de neçar mane ji kar derkevin. Her weha rêveberiya TRTyê Serokatiya Personelan a Dewletê agahdar kiriye ku 169 kedkarên TRTyê yên xwedî tecrube, “zêde” ne. Di sê mehên par de ev hejmar 25, di sala 2018ê de jî ev hejmar 157 bûye. (EO/APA/FD/MB)