Fotograf: Li hesabê Twîtterê yê Feray Aytekînê hatiye girtin
Ji bo nûçeya tirkî /îngilîzî bitikîne
Piştî perwerdeya rû bi rû destpêkiriye hejmara dibistanên ku vîrus lê tê tespîtkirin zêde bûne. Li gorî daneyên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) hejmara sazîyên perwerdeyê yên ku nexweşî têde hatine dîtin, gîhaştiye hezar û 220an. Heta niha 16 dersdar mirine. Perwerdeya rû bi rû di meha Îlonê de destpêkiribû. Tene li meha Îlonê heta 14 dersdar ji ber nexweşiyê mirine.
Feray Aytekin Aydogan, Seroka Giştî a Egîtîm Senê aşkere kiriye ku Cengîz Tekdalê ku li Amadehiya Ahmed-î Hanî ya Peyasa Amedê dersdare, ji ber vîrusa Covîd-19ê miriye.
Aytekîn Aydogan bi bîanetê re axivî û diyar kir, di her dibistanê de nêzîkî 70-80 xwendekar û dersdar nexweş in û ev hejmar her roj zêdetir dibe.
Aytekîn Aydoganê destnîşan kiriye ku di dibistanan de tedbîrên ku ji ber vîrusê tên girtin kêm in û weha got, “Dema em qala perwerdeya rû bi rû dikin ev tê wateya 30 mîlyon kesî. Bi gotina ku dibistan ewleye rewş nayê îdarekirin hevalên me dimirin. Wezîr bila cûdahiya di dibistanan de ya pêş pandemiyê û ya niha aşkere bike. Gotin di polekê de hejmara xwendekaran ji wê 15î derbas nebe lê derbas bûye. Li cîhê giştî de çi tedbîr nîne. Maske û dermanên paqijkirinê nagirin. Tedbîr bê plan û bê kontrol tê birêvebirin.”(RT/AY)