Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Azadiya Îfadekirinê ya Tirkiyeyê li ser azadîya xwe-îfadekirinê raporek weşandiye. Doç. Dr. Yaman Akdeniz û Ozan Güvenî rapor amade kiriye.
Bixwîne - Raporên Çavdêriya Li Medyayê yên BIAyê
Li gor raporê di sala 2018ê de 54 hezar û 903 malper hatine astengkirin, ji van 3 hezar û 306 malper malperên nûçeyan bûne.
Li gor raporê:
*Li Tirkiyeyê di sala 2018ê de navê 190 hezar û 922 malperan an jî cihê parastina daneyên wan hatine astengkirin.
*9 hezar û 227 malper ji aliyê dadgehan ve hatine astengkirin.
*50 hezar weşan hatine rakirin.
*1. Dadgeha Sûlh û Cezayan a Stenbolê ji Nîsana 2017ê ve Wikipedia asteng kiriye.
*Di sala 2018ê de herî zêde nûçeyên malpera Sozcuyê hatine astengkirin. Di salekê de 204 nûçeyên malperê hatine astengkirin.
*196 nûçeyên Cumhurîyetê û 190 mnûçeyên Hurrîyetê hatine astengkirin.
*Tirkiyeyê di salên 2012-2018ê de 5099 caran biryarên dadgehan ji bo Twitterê rêkirine. Bi vê yekê welatê herî zêde sansûra medyaya civakî xwestî ye. Rûsyayê 385 caran û Brezîlyayê 290 caran daxwaza sansûrê kiriye.
(HA/MB)