Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (Meclîsa ISIGê) rapora xwe ya sala 2023yan ya derbarê mirina karkeran de aşkere kir.
Li gorî raporê, di sala 2023yan de bi kêmanî hezar û 932 karker mirin. Li gorî vê encamê, di vê salê de her roj bi kêmanî 5 karker mirin.
Di meha Kanûna Paşiyê de 115, di meha Sibatê de 130, di meha Nîsanê de 123, di meha Gulanê de 147, di meha Hezîranê de 160, di meha Tîrmehê de 184, di meha Tebaxê de 206, di meha Îlonê de 154, di meha Çiriya Pêşiyê de 151, di meha Çiriya Paşiyê de 154 û di meha Kanûna Pêşiyê de 156 karker, di dema karkirinê de mirin.
Ji van 147 jê jin, hezar û 785 jî mêr in. Temenê 22yan ji wan 14 û berjirtir e. Temenê 32yan ji wan di navbera 15 û 17yan de ye, yê 396an di navbera 18 û 29an de, yê 770yan di navbera 30-49an de, yê 454an di navbera 50-64an de, yê 95an 65 û berjortir e. Meclîsê temenê 163 karkeran diyar nekir.
106 ji wan penaber/koçber in û ji Sûriye, Afganistan, Turkmenistan, Iraq, Îran, Bûlgaristan, Azerbaycan, Kizgizistan, Misir, Ozbekistan, Ûkrayna, Filipîn, Japonya, Kolombiya, Moldova, Nîjerya, Romanya, Rûsya, Sûdan û Tacikistanê hatine.
Bi tenê 54 (ji sedî 2,79) karker endamên sendîkayan bûn, hezar û 878 (ji sedî 97,12) ji wan ne endamên ti sendîkayekê bûn.
Di salên desthilata AKPyê de 32 hezar û 478 karker mirin
Di herdu mehên dawiyê yên sala 2002yan de 146, di sala 2003yan de 811, di sala 2004an de 843, di sala 2005an de hezar û 96, di sala 2006an de hezar û 601, di sala 2007an de hezar û 44, di sala 2008an de 866, di sala 2009an de hezar û 171, di sala 2010an de hezar û 454, di sala 2011an de hezar û 710, di sala 2012an de 878, di sala 2013an de hezar û 235, di sala 2014an de hezar û 886, di sala 2015an de hezar û 730, di sala 2016an de hezar û 970, di sala 2017an de 2 hezar û 6, di sala 2018an de hezar û 923, di sala 2019an de hezar û 736, di sala 2020an de 2 hezar û 427, di sala 2021an de 2 hezar û 170, di sala 2022yan de hezar û 843 û di sala 2023yan de hezar û 932 karker, di dema karkirinê de mirin.
Li gorî van amaran, ji 3yê Çiriya Paşiyê ya 2002yan ango ji roja ku AKP bûye desthilat heta niha, di dema karkerenê de bi kêmanî 32 hezar û 478 karker mirin. (HA/FD)