Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baskê Mafên Mirovan a Yekitiya Doktorênan Tirk (TTB), têkildarî 26ê Hezîranê Roja Piştevaniya bi Kesên Rastî Îşkenceyê Hatin re daxuyaniyeke hevpar dane.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku şêweyê rêveberiya bi rêya zextê û kontrolkirinê ya desthilata siyasî, tevahiya welat veguherandiye qada îşkenceyê.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku ji bo pêşîlêgirtina îşkenceyê, divê demildest dev ji polîtîkaya cezanekirina faîlan berdin û weha hatiye gotin:
“Divê dev ji gotinên ku îşkenceyê han dide berdin. Hewceye ku hemû rayedar dev ji gotinên pesnê îşkence û îşkencekaran didin berdin û di çarçoveya şîretên mekanîzmayên navneteweyî de bi vekirî li dijî sepanên îşkenceyê derkevin.”
Daneyên îşkenceyan
Di daxuyaniyê de daneyên têkildarî îşkenceyê wiha hatine rêzkirin:
“* Li gorî Navenda Dokumantasyona TÎHVê; di sala 2022an de kesek, di 5 mehên destpêkê ên sala 2023an de herî kêm 6 kes bi awayekî biguman mirine.
* Di pênc mehên destpêkê ên sala 2023an de 270 kes bi sedema rastî îşkence û miameleya xerab hatine serî li TÎHVê dane.
* Di sala 2022an de hejmara kesên rastî îşkenceyê hatine an jî xizmên wan hatine îşkencekirin û bi vê sedemê serî li TÎHVê dane (1201) ji hejmara 32 salên dawî zêdetir e.
* Li gorî tespîta Yekîneya Dokumantasyona ÎHDê; Di sala 2022an de li cihên fermî yên binçavkirinan herî kêm hezar û 347 kes rastî îşkenceyê û miameleya xerab hatine.
* Ji sedî 50,7ê kesên serî li TÎHVê dane diyar kirine ku li midûriyetên emniyetan, ji sedî 5,7an gotin li qereqolên polîsan û ji sedî 6,4an jî gotin dema li cem yekîneyên cendirmeyan rastî îşkence û miamaleya xerab hatine.
* Ji sedî 30,7ê kesên serî li TÎHVê dane diyar kirine ku di dema desteserkirin û di wesayîtên veguhestinê de rastî îşkence û miameleya xerab hatine.
* Di sala 2022an de ji kesên serî l TÎHVê dane 546 jê diyar kirine ku li qadên vekirî û di dema xwepêşandanan de, 177an gotin dema li mal û deverên weke kargehan rastî îşkence û miameleya xerab hatine.
* Di encama mudaxeleya hêzên ewlekariyê ya li çalakî û xwepêşandanên aştiyane de, di sala 2022an de 144 jê zarok bi giştî herî kêm 5 hezar û 434 kes, di pênc mehên ewil ên sala 2023an de 49 jê zarok herî kêm hezar û 557 kes rastî îşkence û miameleya xerab hatin. Di encama van mudaxeleyan de herî kêm 50 kes birîndar bûne.
* Di sala 2022an de herî kêm 230 kes, di pênc mehên ewil ên sala 2023an de herî kêm 76 kes li kolan û qadên vekirî rastî îşkence û miameleya xerab hatin. Her wiha di dema serdegirtinên malan de herî kêm 33 kes rastî îşkence û miameleya xerab hatine.
* Li gorî tespîtên Yekîneya Dokumantasyona ÎHDê; di sala 2022an de 42 jê zarok bi giştî 2 hezar û 928 kesan îdia kirin ku li cihên binçavkirinê yên nefermî rastî îşkence û maimeleya xerab hatine.
* Yûsûf Bîlge Tunç di 6ê Tebaxa 2019an de li Enqereyê hate revandin û tu agahî jê nayên girtin.
* Di sala 2022an de herî kêm 4 kes hatine revandin an jî hewldana revandina wan çêbûne. Di pênc mehên destpêkê ên sala 2023an de herî kêm kesek hate revandin an jî hewl dan birevînin.
* Li gorî serlêdanên ji bo ÎHDê hatine kirin an jî agahiyên hatine bidestxistin, di nava sala 2022an de 198 kes rastî zexta sîxûrtiyê, revandin û gefan hatine.
* Li gorî daneyên Yekîneya Dokumantasyona ÎHDê; Hatiye îdiakirin ku di sala 2022an de 247 kes li girtîgehan rastî îşkence û miameleya xerab hatine.
* Li gorî daneyên Navenda Dokumantasyona TÎHVê; Di sala 2022an de li girtîgehan herî kêm 65 girtiyan, di pênc mehên ewil ên sala 2023an de jî herî kêm 10 girtiyan ji ber nexweşî, întîhar, xemsarî û hwd. mirine. Li gorî Yekîneya Dokumantasyona ÎHDê; Di sala 2022an de li hinek girtîgehan herî kêm 83 girtiyan bi awayekî guman mirine.
* Di 6 mehên destpêkê ên sala 2023an de bi sedemên pirsgirêkên di mijara tenduristiyê de derdikevin, ferzkirina muayeneya bi destên kelemçekirî û di dema muayeneyê de li wir mayîna hêzên ewlekariyê, 54 girtiyan serî li TTBê dane.”
Daxwaza Saziyan
Di berdewamiya daxuyaniya hevpar de ev daxwazana hatine kirin:
"* Divê Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK) ya heyî bê rakirin û li gorî Peymana Dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (OPCAT) û Prensîbên Neteweyên Yekbûyî yên Parîsê, mekanîzmayeke nû ya pêşîlêgirtinê ya bi temamî serbixwe bê avakirin.
* Divê Komîsyona Çavdêriya Polîs û Leşkeran bêalî û serbixwe be.
* Belgekirin û raporkirina îşkenceyê divê li gorî prensîbên 'Protokola Stenbolê' ku belgeya Neteweyên Yekbûyî ye, bê kirin.
* Divê îdiayên îşkenceyê bi lez, bi bandor û bêalî bên lêkolînkirin, ji aliyê komîteyên serbixwe ve bên lêkolînkirin û di her qonaxên dozên edlî de rêgezên exlaqî û hiqûqî yên navneteweyî bên şopandin.
* Divê girtîgeh ji kontrola serbixwe ya mafên mirovan û rêxistinên hiqûqî re bên vekirin.
* Divê hemû raporên CPT'iyê bên eşkerekirin û hemû pêşniyar bên şopandin.”
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê