Beriya "Civîna 25emîn a Dewletên Peymana Qedexekirina Mayinan" ku wê di navbera 20-24 Çiriya Paşiyê de li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bê lidarxistin, Kampanyaya Qedexekirina Mayinên Bejahî (ICBL) "Rapora Şopandina Mayinan a 2023an" weşand.
Li gorî raporê, di sala 2022an de 4 hezar û 710 kes ku ji sedî 85ê wan sivîl bûn, ji ber mayînên bejahiyê û teqemeniyên bermahiyên şer mirine.
Piraniya qurbaniyan li Sûriye û Ukraynayê ne
Li gorî raporê, welatên ku herî zêde ji ber mayînan mirin lê çêbûne Sûriye û Ukrayna ye. Li Sûriyeyê 834 û li Ûkraynayê jî 608 kes ji ber mayînan mirine.
Her weha di pevçûnên li Yemen û Myanmarê de zêdeyî 500 kes ji ber mayînan mirine.
Tirkiye di nav welatên ku herî zêde mayin lê hene de ye
Bosna û Hersekê, Kamboçya, Xirwatya, Etiyopya, Iraq, Tirkiye û Ukrayna ku aliyên Peymana Ottawayê ne, di nav welatên ku herî zêde mayin lê hene de ne.
Li gorî raporê li cîhanê li destê 55 welatan û 5 herêman mayînên bejahiyê hene.
Herwiha ji roja peyman ketiye meriyetê heta niha 169 hezar û 276 mayinên bejahiyê li 30 welatên ku alîgirên peymanê ne hatine îmhakirin û qadeke 219 kîlometre çargoşe ji mayinan hatiye paqijkirin.
Hat diyarkirin ku bi taybetî li Kamboçya û Xirwatyayê heta sala 2022an ji sedî 60ê qada mayinkirî hatiye paqijkirin.
(NT/AY)