Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) rapora xwe ya sala 2021ê aşkere kiriye. Li gorî vê raporê di nava sala derbasbûyî de herî hindik 2 hezar û 170 karker di dema karkirinê de mirine.
Meclîsê ji sedî 65ê van daneyan ji çapemeniya netewî, ji sedî 35ê wan jî ji hevkar û malbatên karkeran, ji pisporên ewlahiya karî, doktorên kargehan, sendîka û çapemeniya herêmî kom kiriye.
Di sala 2021ê de 165 jin û 2 hezar û 5 mêr mirine. 94 karker jê penaber/koçber bûn.
Meh bi meh jimara mirina karkeran
Di meha Kanûna Paşiyê de herî kêm 205, di meha sibatê de herî kêm 142, di meha adarê de herî kêm 144, di meha nîsanî de herî kêm 258, di meha gulanê de herî kêm 240, di meha hezîranê de herî kêm 180, di meha tîrmehê de herî kêm 155, di meha tebaxê de herî kêm 178, di meha îlonê de herî kêm 189, di meha çiriya pêşiyê de herî kêm 167, di meha çiriya paşiyê de herî kêm 177 û di meha kanûna pêşiyê de herî hindik 135 karker di dema karkirinê de mirine.
Di sala 2021ê de hezar û 864 karker û karmend, 306 jî esnaf û cotkar mirine.
Li gorî van jimaran, Ji sedî 86ê ku di sala 2021ê de mirine karker/karmend bûn, ji sedî 14 jî esnaf û cotkar bûn.
Kîjan karker li kîjan beşê kar dixebitî?
Bazirganî, biro, perwerde, sînema 345 kedkar
Cotkarî, daristan 318 kedkar (161 jê cotkar û 157 karker)
Înşeat, rê 335 karker
Tenduristî, xizmetguzariya civakî 229 karker
Barhilgirtin 186 karker
Şaredarî, karên gelemperî 113 karker
Metal 102 karker
Xizmetguzariya hotel û şahiyan 81 karker
Parastin, ewlehî 79 karker
Karkeriya madenê 70 karker
Enerjî 44 karker
Keştî,, tersane, behr, bênder 39 karker
Petro-kîmya, lastîk 38 karker
Tekstîl 34 karker
Xurek, şekir 31 karker
Dar, kaxiz 25 karker
Çîmento, ax, cam 24 karker
Çapemenî, rojnamegerî 13 karker
Banka, fînans, sîgorta 7 karker
Ragihandin 4 karker
53 karker jî nehatiye zanîn li kîjan beşî kar dikirin.
Sedema mirinê
COVID-19: 625 karker
Qezaya trafîkê, servîsê: 342 karker
Ecqîn, herifîn: 296 karker
Ketina ji jor de: 254 karker
Krîza dil, xwîn çûye ser mejiyî: 156 karker
Xwekuştin: 98 karker
Jehrîbûn, fetisîn: 77 karker
Elektrîk pê girtiye: 74 karker
Tundkarî: 72 karker
Teqîn, şewat: 56 karker
Tiştek li bin guh ketiye, ketiye erdê: 23 karker
Jêbûn, qutbûn: 22 karker
Ji ber sedemên din: 75 karker
62 karkerên zarok mirine
14 salî û berjêrtir 21 karkerên zarok,
15-17 salî 41 karkerên zarok,
18-27 salî 222 karker,
28-50 salî 1091 karker,
51-64 salî 544 karker,
65 salî û berjortir 143 mirine. Temenê 108 karkerên ku mirine, nehatiye diyarkirin.
Ji bo tevahiya raporê bitikîne
(AÖ/FD)