Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Azadiya Îfadeyê rapora xwe ya EngelliWeb ya 2021an weşandiye. Ev berdewamiya raporên 2018, 2019 û 2020an e ku salane amade dikin.
Hîndekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê Prof. Dr. Yaman Akdenîz û Lêkolînerê Pispor Ozan Guven rapor amadekirine. Di raporê de hatiye diyarkirin ku biryarên "binpêkirina mafên şexsî" yên ku dadgeh didin roj bi roj zêde dibin.
Ji sala 2006an heta niha 574 hezar malper hatine astengkirin
Li gorî raporê, ji sala 2014an û vir ve (heta dawiya sala 2021an) li Tirkiyeyê bi 504 hezar û 700 biryarên cuda yên ji aliyê 789 saziyên cuda (dadgeh û saziyên xwedî destûr) ve hatiye dayîn 574 hezar û 798 malper hatine astengkirin.
Bi heman awayî li gorî raporê heta niha 150 hezar navnîşanên URL, 8 hezar û 350 hesabên Twitterê, 55 hezar û 500 tweet, 13 hezar û 500 vîdyoyên YouTubeyê, 9 hezar û 500 parvekirinên Facebookê û 9 hezar parvekirinên instagramê bi qanûna bi hejmar 5651ê hatine cezakirin.
107 hezar malper di sala 2021an de hatine astengkirin
Li gorî raporê tenê di sala 2021an de ji Tirkiyeyê 107 hezar û 706 malper hatine astengkirin. Biryara piraniya astengkirina wan malperan (ji sedî 91) di çarçoveya xala 8emîn a Qanûna bi hejmara 5651an de ji aliyê Serokê Giştî yê BTKê ve hatiye dayîn.5 hezar û 834 malper bi biryarên dadgerî, dozgerî û dadgehan hatine astengkirin, biryarên astengkirinê yên din jî ji aliyê saziyên weke Wezareta Tenduristiyê, SPK û TJKê ve hatine dayîn.
Ji sala 2014an û vir ve 28 hezar nûçe hatine astengkirin
Komeleya Azadiya Ifadeyê tomar kiriye ku ji sala 2014an heta niha roja ku xala 9an (mafên kesane) ya qanûna bi jimare 5651 kete meriyetê, 28 hezar û 474 nûçe (navnîşanên URL) bi 5 hezar û 986 biryarên cuda ji aliyê 509 dadwerên cuda ve hatine astengkirin.Di çarçoveya vê xalê de 22 hezar û 941 nûçe (navnîşanên URL) hene ku an hatine rakirin an jî jêbirin.
Di sala 2021ê de 5 hezar û 436 nûçe hatine astengkirin
5,436 navnîşanên nûçeyan (URL) hene ku tenê di sala 2021an de li gorî xala 9ê bi 839 biryarên cûda ji hêla 251 dadweriyê aştî û cezê ve hatine astengkirin. (HA/AY)