Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) rapora xwe ya binpêkirina mafan a 2020an aşkere kiriye.
Eylem Yildizer, Cîhan Denîz Zarakolû û Coşkûn Usterciyî rapora 356 rûpelî amade kiriye.
Li gorî raporê di nava sala 2020an de herî hindik 3 hezar û 291 kes mirine.
68 zarok di dema karkirinê de mirine
Di sala 2020an de 68 jê zarok herî hindik 2 hezar û 427 kes di dema karkirinê de mirine.
Di raporê de Weqfê diyar kiriye ku 101 karkerên penaber û penaxwaz jî di dema karkirinê de mirine.
Raporê bal kişandiye ser bêcezahiştinê û ev zanyarî parve kirine:
- Di operasyon, êrîşên asmanî yên ku hêzên ewlekariyê sala 2020an li nava Tirkiyeyê, li nav sînorên Herêma Kurdistanê ya Iraqê û Sûriyeyê de pêk anîne û êrîşên li van deran bûne de, herî hindik 129 leşker, 11 polîs, 4 cerdevan, 37 sivîl, 311 milîtan mirine. 146 leşker, 3 polîs, 3 cerdevan û 37 kes birîndar bûne.
- Di sala 2020an de di encama 23 bûyerên cida yên weke kuştinên bêdadgehkirin, biketober berdana guleyan, êrîşên zayendî, serdegirtinên polîsan û weke wan de 3 jê zarok, 15 kes mirine, 3 jê zarok 13 kes jî birîndar bûne.
- Di 4 bûyerên cida de mayinên bejayî û teqemeniyên bêxwedî teqiyane û zarokek miriye. 2 jê zarok 3 kes birîndar bûne.
- Sala 2020an di encama 2 bûyerên cida yên ku wesayitên cenderme yan jî polîsan bûne sedem de 2 zarok mirine, kesek birîndar bûye. Her du buyer jî li wan deran bûne ku li wir operasyonên berfireh hebûn.
- Di sala 2020an de kesek piştî hatiye desteserkirin miriye û di mirina wî de guman hebû. Di heman bûyerê de kesek jî birîndar bûbû. (Li Şaxê, navçeya Wanê di 11ê Îlona 2020an de cendermeyan Osman Şîban û Servet Tûrgût ji helîkopterê avêtibhun. Servet Tûrgût li nexweşxanayê can dabû)
- Di sala 2020an de herî hindik 23 kes dema leşkeriya mecbûrî dikirin mirine, di mirina wan de guman hebû. Herî hindik 25 kes jî birîndar bûne.
- Derketiye holê ku di 3 bûyerên cida de rêxistinên dijyasayî 4 kes kuştine.
- Herî hindik di 140 bûyerên cida de îşkence û kiryarên xirab li 404 kesan kirine û herî hindik 86 kes birîndar bûne.
- Kesên gotine ew polîs/wezîfedarên saziya îstixbaratê ne zext li herî hindik 10 kesan kirine û gef li wan xwarine ku ew bibin sîxur.
- Kayûm li şûna Hevşaredarên HDPyê yên çar bajaran (Êlih, Sêrt, Îdir û Qers), 8 navçe û 4 bajarokan tayîn kirine. (RT/FD)