Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Meclîsa Ewlehiya Karî û Tenduristiya Karkeran (ISIG) rapora xwe ya sala 2019ê aşkere kiriye. Li gorî vê raporê di salê de herî hindik 1736 karker, di dema karkirinê de mirine.
Li gorî heman raporê di meha Kanûna Paşiyê 159, Sibatê 127, Adarê 114, Nîsanê 153, Gulanê 164, Hezîranê 131, Tîrmehê 178, Tebaxê 149, Îlonê 147, Çiriya Pêşiyê 158, Çiriya Paşiyê 126 Kanûna Pêşiyê jî 127 karker mirine.
Ji sedî 98,68ê karkeran ango 1713 karkerên ku mirine ne endamên ti sendîkayê bûne. Tenê 23 karker ango ji sedî 1,32yê karkeran endamên sendîkayekê bûne.
1433 kesên ku mirine karmend û karker, 303 kes cotkar û esnaf bûne. ji sedî 93yê karkeran ango 1621 karker mêr, ji sedî 7ê wan ango 115 karker jin bûne.
Herî zêde pale û karkerên daristanan mirine
Li gorî rapora ISIGê 442 karker (245 cotkar, 197 karker) di karê zeviyan de an jî li daristana, 336 karker di karên çêkirina rê û avahiyan de, 234 karker di karê barkirinê de, 105 karker di karên şaredarî û giştî de, 104 karker di karên bazirganî-buro-perwerde-sînemayê de, 70 karker di karûbarên metalê de, 63 karker di karên madenvaniyê de, 50 karker di karê enerjiyê de, 47 karker di karê şahî û xizmetguzariyê de, 44 karker di karê keştî-tersane-behrvanî-bênderê de, 36 karker di karê tekstîlê de, 32 karker di karê parêzvanî û ewlehiyê de, 31 karker di karê xurekê de, 29 karker di karê petrokimyayê de, 27 karker di karê tenduristî û xizmetguzariyê de, 19 karker di karê dar û qaxizan de, 7 karker di karê çîmento-ax-camê de, 6 karker di karê rojnamegeriyê de, 3 karker di karê ragihandinê de, 3 karker di karê banke-fînans-sîgortayê de mirine. Karûbarê 48 karkeran nehatiye zanîn.
67 zarok mirine
67 karker zarok bûne. Temenê 29 zarokan 14 an jî jê kêmtir bûye. Temenê 38 zarokan di navbera 15 û 17an de bûye. Temenê 246 karkeran di navbera 18-27an de bûye. Temenê 833 karkeran di navbera 28 û 50yan de bûye. Temenê 366 karkeran di navbera 51-64an de bûye, Temenê 115 karkeran 65 û jê berjortir bûye. Temenê 109 karkeran nehatiye zanîn.
110 karker penaber/koçber bûne. 41 sûriyeyî, 35 afgan, 6 her yek ji îranî, ozbek û ûkraynî, 4 her yek ji rûsî û tirkmenistanî, 3 azerî, 2 gurcî, yek her yek ji bulgar, çekyayî, îtalî, kolombiyayî û polonyayî bûne. (HA/FD)