Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor daneyên Rêxistina Navneteweyî ya Koçê(IOM) d i sala 2018ê de 4476 kes di rêya koçberîyê de mirine.
Sebebên koçkirinê yên bingehîn şer û şertên xerab yên ekonomîk in. Di sala 2018ê de li gor sala 2017ê rêjeya koçberiyê ji sedî 30 zêde bûye.
Li gor raporên Rêxistina Penaberan a Neteweyên Yekbûyî li dinyayê 68,5 milyon kesan ji mecbûriyê terka welatê xwe kiriye.
Li gor daneyên IOMyê 135 hezar û 607 kesan koçî Ewropayê kiriye. 111 hezar û 237 koçberan bi rêyên deryayî koç kirine. 24 hezar û 370 kes jî bi rêyên ser-erdî(bejî) koç kirine.
Welatê herî zêde jê koç hatiye kirin Sûriye ye. Ji bilî Sûriyeyê herî zêde koç ji welatên Tunus, Eritre, Pakistan, Iraq, Kongo, Afxanistan, Fasê hatiye kirin.
(HK/MB)
Çavkanî: AA, Rêxistina Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî