Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî Rapora Zarokan û Şerên Çekdarî ya Sala 2018ê ya Neteweyên Yekgirtî (NY) par 12 hezar zarok an hatine kuştin an jî birîndarkirin.
Antonio Guetteres, Sekreterê Giştî yê NYyê ji bo vê rewşê gotiye, ew “qutifî ye.”
Herî kêm 7 hezar zarok tevlî şerî kirine
Di 2018ê de li tevahiya cîhanê 7 hezar zarok neçar mane şer bikin.
2 hezar û 300 jê li Somaliyê, hezar û 947 jê jî li Nîjeryayê tevlî şerî kirine.
Guetteresî diyar kiriye ku di encama êrîşên li ser dibistan û nexweşxaneyan de 2 hezar û 13 zarok hatine kuştin.
Istismara zayendî zêde dibe
Li hemû cîhanê herî kêm 2 hezar û 500 bûyerên istismara zayendî li ser zarokan pêk hatiye.
Virginia Gamba, Nûnera Taybet a Zarokan û Şerên Çekdarî ya NYyê gotiye, “Gelek xemgîn û tirsnak e ku zarok bê pîvan di bin bandora şerên çekdarî di dimînin û ev berdewam dike.”
Heman raporê destnîşan kiriye ku li cîhanê bi hezaran zarok ji hêla komên çekdar ve hatine desteserkirin. Temenê gelek zarokên ku li Sûriye û Iraqê ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin, di bin pêncan de bûye. (PT/FD)
*Fotoğraf: Isaac Billy/ UNMISS