Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn di sala 2016ê de mêran ya kêm 261 jin û zarokên keç kuştine, tecawiz li 75 jinan kiriye, destdirêjî li 119 jinan kiriye, îstismar li 417 keçên zarok kiriye û tûndkarî li 329 jinan kiriye.
Kuştin
Li gor raporên bianetê 261 jin hatine kuştin û 66 jin mirine. Di sala 2016ê de 31 jin hatine kuştin lê bikujên/qatilên wan nehatine dîtin, du ji jinên hatîn kuştin jinên trans bûne. ji bo 14 jinên mirîn jî gumana kuştinê heye. Ji sedî 10ê wan jinên hatîn kuştin û bikujên nehatîn dîtin ji Sûriyeyê ne, ji sedî 10ê wan jî ji Rûsya, Gurcistan û Azerbaycanê hatine. 17 jin an jî zarokên keç destdirêjî an jî tecawiz li wan hatiye kirin û wan xwe kuştiye, an jî hatine kuştin û tê îdiakirin ku wan xwe kuştiye. Destdirêjî an jî tecawiz li sê jin an jî zarokên keç hatiye kirin û wan hewil daye xwe bikuje. ** Em di rapora tûndkariya mêran a bianetê de bi tenê hejmara wan jinên bi tûndkariya mêran hatîn kuştin dinivîsin. Em di raporê de cih nadin bûyerên kuştina jinan ên bi zayenda civakî re ne têkildar. Em hejmara wan jinên ku mirî hatine dîtin lê gumana kuştinê li ser mirina wan heye an jî hejmara wan jinên bikujên wan nedîyar di raporê de wek têbînî dinivîsin lê di hejmara jinên hatîn kuştin de ew hejmar nînin. Em wan hejmarên me wek têbînî nivîsîn kontrol dikin û dema eşkere bibe hin jin ji ber zayenda civakî hatine kuştin em li rapora salane zêde dikin. Di hemîya sala 2016ê de, ji wan bûyerên di rapora bianetê de cih girtîn de bûyerek bi zayenda civakî re têkildar bûye. Di 2016ê de li gor nûçeyên hatîn nivîsîn 261 jin hatine kuştin. Li ser hev 66 jin mirine/hatine kuştin /xwe kuştiye/bi gumana kuştinê mirine lê li ser wan bûyeran nûçe nehatine nivîsîn. |
17 jinan mêrên tûndkarî li wan kirîn kuştine
Neh jinan ew mêrên ku tûndkarî li wan kirine kuştine.
Heşt jinan ew kesên tecawiz an jî destdirêjî li wan kirîn kuştine. Ji sedî 75ê mêrên jinan ew kuştîn, xizm an jî partnerên jinan bûn an jî partnerên berê yên jinan bûne.
Mêran di sala 2016ê de 261 jin/zarokên keç û 24 mêrên li nik wan kuştine
Şeş jinên hatîn kuştin ji Sûriyeyê bûne. Du jin trans bûne.
Di sala 2016ê de ji çarê yekê jinên hatîn kuştin ji ber ku xwestine ji partnerên xwe cida bibin an jî daxwaza wan a li-hev-hatinê qebûl nekiriye, hatine kuştin.
Tiştên dî yên mêran ji bo kuştina jinan kirîn hêcet ev in: Jinan peyamên di telefona xwe de nîşan nedane, wan şifreya telefona xwe nedaye, minaqeşe li ser xwedîkirina zarokan kiriye, peyamek ji mêrekî hatiye, mêran mesûliyeta jikarîderêxistinê kiriye stoyê jinan de, jinê ji mêrekî re gotiye “tu ne hevser î” jinan derî dereng vekiriye.
Hin kesên jin kuştîn weha gotine: “Bila gunehên jina min li stoyê min bin” “erê digotin mafên jinan hene ma ne, nexêr mafên jinan nînin” “ez gelek ji jina xwe hez dikim min hişê xwe winda kir û jina xwe kuşt.”
Ji sedî 6ê jinan digel ku rayedaran biryara parastina wan dabû jî hatine kuştin. Hejmara jinên hatîn kuştin ên ji beriya ku bêne kuştin daxwaza parastinê ji rayedaran kirî(û daxwaza wan nehatî qebûlkirin) an jî daxwaza parastinê hatî qebûlkirin û demê wê temam bûyî ji dsedî 9ê hemî jinên hatîn kuştin e.
Ji sedî 1,5ê(4 jin) jinên hatîn kuştin di emrê zarokatiyê de hatine zewicandin.
Ji sedî çarê jinên hatîn kuştin mêrê wan ji girtîgehê derketine û ew kuştine. (6 mêran ji birêvebiriya girtîgehê destûr stand û jin kuştin 4 mêr jî ji girtîgehê reviya û li derve jin kuştin.)
Ji sedî 13,5ê jinan li cihên wek kolan, bazar, moll li ber çavên civakê hatine kuştin.
Ji sedî 51ê jinan bi çekên fîşekavêj hatine kuştin, ji sedî 28ê jian bi kêran hatine kuştin.
86 jin bi demanceyan, 47 jin bi tifekan, 71 jin bi kêran hatine kuştin. 17 jin hatine xeniqandin, gewriya 12 jinan hatiye birrîn. du jin ji cihên bilind hatine avêtin û hatine kuştin, 5 jin bi tiştekê hişk hatine derbkirin û kuştin, sê jin bi îşkenceyê hatine kuştin, 3 jin hatine şewitandin, jinek di tirimbêlekê de bi kendekê de hatiye avêtin; awayê kuştina 3 jinan di nûçeyan de nehat nivîsîn.
Ji sedî 68ê jinên hatîn kuştin partnerên wan(mêr, nîşanî, destgirtî) an jî partnerên wan ên kevin ew kuştine. Ji sedî 10 jinên hatîn kuştin xizmên wan ew kuştine.
Mêrê 109 jinan yên bi zewaca fermî bi wan re zewicîn jinan xwe kuştine, sê mêran jina xwe ya bi zewaca dînî zewicîn kuştine, mêrê berê yê 24 jinan ew kuştine, destgirtiyê berê yê 15 jinan ew kuştine, bavê 6 jinan ew kuştine, birayê 12 jinan ew kuştine, kurê 10 jinan ew kuştine, mêrê keça 10 jinan ew kuştine, partnerê berê yê dayika/xuşka/keça du jinan ew kuştine, mêrê hevalê jinekê yê dixwest ji jina xwe cida bibe ew kuştiye, mêrên nenas 3 jin kuştine, têkiliya mêrên 8 jin kuştîn a digel jinan di nûçeyan de cih negirtiye.
Ji sedî 5ê bikujên/qatilên jinên hatîn kuştin polîs/leşker an jî karmendê ewlehiya taybet bûne. Du qatil polîs, du leşker, du polîsên teqawîtbûyî, du leşkerên teqawîtbûyîn, karkerekê girtîgehan û du karmendên ewlehiya taybet bûne.
Kuştina transan(zayendguhertî) û êrîşên transfobîkDi sala 2016ê de 261 jin hatine kuştin, du ji wan jinan trans bûne. Tûndkarî ya kêm li 12 jinan hatiye kirin. Tecawiz ya kêm li jinekê hatiye kirin. Ji bilî van êrîşan du jinên trans hatine kuştin(Sendi ve Hande Kader) lê bikuj nehatine dîyarkirin. Termê Yagmur Adayê di meha Tîrmehê de li Izmîrê hat dîtin û hat eşkere kirin ku ji ber tepa dilî ew miriye. Di Çiriya Paşiyê ya 2015ê de jina trans ya bi navê Nîlay Ozden(33) bi dehan caran hatibû kêrvedan û bikujê wê eşkere nebûbû. Diyar bû ku bikujê wê M.A.G.(27)yê mûşterîyê wê ye. |
Tecawiz
Li gor nûçeyên di sala 2016ê de hatî nivîsîn ya kêm tecawiz li 75 jinan hatiye kirin.
Ji sedî 8ê jinên tecawiz lê hatî kirin ne welatiyên Tirkiyeyê bûne. Ji sedî 5ê jinên tecawiz lê hatî kirin kêmendam bûne.
Ji sedî 8ê jinan bi wêneyên tazî hatine şantajkirin.
Qeyda sûcdarîyê ya ji sedî 8ê tecawizkaran ji berê jî ji ber sûcên cinsî hebû.
Ji sedî 43yê tecawizkaran hatine girtin, ji sedî 25ê wan serbest hatine berdan.
Ji sedî 24ê tecawizkaran ne nasên wan jinên tecawiz lê hatî kirin bûne, ji sedî 11ê jinên tecawiz lê hatîn kirin mêrê wan an jî destgirtiyên wan ên wan xwestiye jê cida bibin tecawiz li wan kiriye.
Ji sedî 11ê tecawizkaran rayedarên desgehên karî bûne û tecawiz li wan kesan kirine ku ji wan xwestine li kargeha wan kar bikin.
Mêrên nenasên jinên tecawiz lê hatî kirin tecawiz li 24 jinan kirine. Şeş jinan ji ber ku xwestine ji destgirtiyê xwe cida bibin, destgirtiyên wan tecawiz li wan kirine. Jinekê xwestiye ji mêrê xwe cida bibe, mêrê wê tecawiz lê kiriye. cîranên çar jinan tecawiz li wan kiriye. Mêrên ku li ser medyaya civakî jin nas kirine tecawiz li sê jinan kiriye. Mêrekê hevalê mêrê jinekê tecawiz lê kiriye. Hevalê bavê jinekê tecawiz lê kiriye. Xizmetkarên wek şifêr, garson, xebatkarên nexweşxaneyan hwd... dema jinan xizmet ji wan xwestiye, tecawiz li 8 jinan kirine. Midûrê komeleyekê tecawiz li jinekê kiriye. Dersdarê sê jinan tecawiz li wan kiriye. Li nûçeyan nehatiye eşkerekirin ka tecawizkarên pênc jinan kî ne.
Ji sedî 40ê mêrên bûyîn mêvan an jî bi mecbûrî çûyîn malan tecawiz li jinan kiriye.
Li mala 12 jinan tecawiz lê hatiye kirin. Mêrên bi zorê çûyîn mala jinan tecawiz li 12 jinan kiriye, li kolanan tecawiz li heşt jinan hatiye kirin. Di tirimbêlan, otêlan, nexweşxaneyan û warê xwendekaran de tecawiz li 19 jinan hatiye kirin. di nûçeyan de nehatiye nivîsîn ka tecawizkerên 11 jinan kî ne.
Ji sedî 10ê jinên hatîn tecawizkirin pêşiya tecawizê li cihekê hatine mehkumkirin.
Karê seksê yê bi zorê
Mêran di sala 2016ê de bi zorê karê seksê li 240 jinan daye kirin.
Ji sedî 81ê jinên mêran karê seksê bi zorê li wan daye kirin ne welatiyên Komara Tirkiyeyê bûne. Mêran dest daniye ser peseporta wan û bi gelek rengan ew tehdît kirine.
Ji sedî 22yê wan kesên bi zorê karê seksê li jinan daye kirin hatine girtin.
Li gor nûçeyên hatîn nivîsîn 183 jin û mêran karê seksê li 240 jinan daye kirin. Ji van 183 jin û mêran 40 kes hatin girtin, 23 ji wan bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan, 8 ji wan piştî îfade-danê serbest hatin berdan. 88 kesên ew kiriyar kirîn hatine destserkirin û paşê serbest hatine berdan. Ti agahî li ser aqubeta 24 kesên ew kiriyar kirîn di nûçeyan de nehatine nivîsîn.
*Bi tenê dema kesekê pîşeyek dikir di dema kirina pîşeyê xwe de tûndkarî kiribe em navê pîşeyê wî dinivîsin. Ji bo nomûne dema ku em bibêjin ji sedî X-ê tecawizkeran sifêr in tê wê wateyê şifêran di wesayitan de tecawiz kiriye. |
Destdirêjî
Mêran di sala 2016ê de yakêm destdirêjî li 119 jinan kiriye. Ji sedî 62yê wan jinên destdirêjî lê hatî kirin mêrên ne nasên wan destdirêjî li wan kiriye. Ji sedî 10ê jinên destdirêjî lê hatî kirin hevkar û serkarên wan li cihê karê wan destdirêjî li wan kiriye.
Mêrên ne nasên 7 jinan, mêrê çar jinan, destgirtiyê jinekê, destgirtiyê berê yê jinekê, xizmên çar jinan, kesekê xwe wek dixtor li jinekê dayî naskirin, serkarên mêr ên 10 jinan, hekîmê malbata kesekê, dersdarên mêr ên 5 jinan destdirêjî li wan kiriye.
Ji sedî 39ê bûyerên destdirêjîyê li nava kolanan hatine kirin, 12 bûyerên destdirêjîyê li wesayitên veguhestina rêwingîyan, 11 bûyer li kargehan, 5 bûyer li bazar û mollan hatine kirin.
Li kolanan destdirêjî li 47 jinan hatiye kirin, li wesayitên rêwingîyan destdirêjî li 12 jinan hatiye kirin, li ber deriyê apartmanan destdirêjî li jinekê hatiye kirin, li kargehan destdirêjî li 11 jinan hatiye kirin, li market û mollan destdirêjî li 5 jinan hatiye kirin, li dibistanan destdirêjî li sê jinan hatiye kirin, li ofîsa parêzeriyê destdirêjî li jinekê hatiye kirin. Di nûçeyan de çar bûyerên destdirêjiyê hatine nivîsîn lê mekanê wê nehatiye eşkerekirin.
Ji sedî 70yê jinên destdirêjî lê hatîn kirin destdirêjiya fizîkî li wan hatiye kirin; ji sedî 8ê jinên destdirêjî lê hatî kirin bi rêya teşhîrkariyê destdirêjî lê hatiye kirin.
Destdirêjiya fizîkî li 84 jinan hatiye kirin, zimandirêzî li heft jinan hatiye kirin, bi teşhîrkirinê 10 jin hatine tehdîtkirin. Du jin hatine teqîbkirin û paşê zimandirêjî li wan hatiye kirin. Mêrekê nivîsa “em hevdu nas bikin” û hejmara telefona xwe li ser kaxezekê nivîsîye û bi pişta jinekê ve daniye. Mêrekê di emeliyatxaneyê de mastûrbasyon kiriye.
Ji sedî 9ê wan kesên destdirêjî kirîn ji xwe ji ber wî sûcî qeyda wan a sûcdariyê hebû. Di sala 2016ê de ji sedî 23yê wan kesên destdirêjî kirîn hatine girtin.
Di sala 2016ê de ya kêm 99 mêran destdirêjî li 119 jinan kiriye. Ji van 99 kesan 23 kes hatine girtin. 7 ji wan kesên destdirêjî bi kontrola edlî an jî bêyî kontrola edlî hatine serbest berdan. 15 kesên destdirêjî kirîn hatine desteserkirin. Pêvajoya hiqûqî ya ji bo 49 kesên destdirêjî kirîn di nûçeyan de nehatine nivîsîn.
Îstîsmarkirina zarokan
Mêran di 2016an de herî kêm 417 zarokên keç bi awayekî cinsî îstîsmar kirin.
%58ê bûyerên îstîsmarkirina cinsî li dibistanan pêk hatin. Herî kêm %13ê wan zarokên keç hatin tecawîzkirin û herî kêm %7ê wan jî bi hemîle man.
Bûyerên îstîsmarkirina cinsî ku li dibistana seretayî, dibistana navîn û liseyê pêk hatin, di 2016an de di rojeva Tirkiyeyê de bû mijareke sereke. Di meha Adarê de agahiyên îstîsmarkirina cinsî bi zêdeyî cih girtin û di meha Avrêlê de cihgirtina van nûçeyan gihişte asta herî jor. Piştî di meha Tîrmehê de dibistan ketin betlaneyê îstatîstîkên gahiyên îstîsmarkirina cinsî kêm bûn lê, ji meha Cotmehê şûnde ku dibistan vebûn careke din zêde bûn.
%3ê wan zarokên hatine îstîsmarkirin, kêmendam bûn.
Herî kêm 55 zarokên keç hatin tecawîzkirin, li 14 zarokên keç destdirêjiya dijîtal hat kirin, li17 zarokên keç jî him bi awayekî fizikî him jî dijîtalî destdirêjî hat kirin. Di nûçeyan de ew bûyen din jî tenê bi serenavê “îstîsmarkirina cinsî” hatin belavkirin.
%53ê wan zarokên keç ji hêla dersdêr-mamosteyên xwe ve, %7ê wan ji hêla xebatkarên dibistanê ve, %3ê wan ji hêla xebatkarên karkerên nêzî dibistanê ve, %7ê wan jî ji hêla xizmên xwe ve bi awayekî cinsî hatin hatin îstîsmarkirin.
Ji wan dersdêr-mamosteyan %7 mudur-alîkarê mudir in, %4 mamosteyê îmam hatibê ne, %39 dersdêr in û yên din jî avakarên dibistanan, dersdêrên kursê ne.
221 zarokên keç ji hêla dersdêr-mamosteyên (24 ji hêla mudiran ve, 8 ji hêla alîkarên mudiran ve, 17 ji wan ji hêla mamosteyên îmam hatibê ve, 164 ji wan ji hêla dersdêran ve) xwe ve, 29 zarokên keç ji hêla xebatkarên li dibistanê ve (4 ji hêla kantînger ve, 16 ji hêla karkerên li dibistanê ve, 5 ji hêla ajokarên servîsan ve, 2 ji hêla teknîkerên ceyranê ve û yek jî ji hêla xebatkarê pêşdibistanê ve bi awayekî cinsî hatin îstîsmarkirin), 13 ji wan ji hêla ji hêla xebatkar/xwediyê karkerên derbora dibistanê ve (yek ji hêla dikandarê nêzî dibistanê ve, 4 ji hêla xwedî/xebatkarên bufeyên nêzî dibistanan ve, 8 ji hêla xwediyên marketên nêzî dibistinê ve), 14 ji wan ji hêla xwendekarên li dibistanê, 5 ji wan ji hêla kek û birayên xwe ve, 2 ji hêla bavên xwe ve, 6 ji hêla zirbavên xwe ve, 15 ji wan ji hêla xizmên xwe ve, 12 ji wan ji hêla esnaf-dikandar-xebatkarên marketê li taxê ve, yek ji wan ji hêla ajokarê texsiyê ve, 3 ji wan ji hila destgirtiyên xwe yên berê ve, 2 ji hêla destgirtiyên xwe ve, yek ji wan ji hêla mêrê hatiye redkirin, yek ji wan ji hêla hevalê bavê xwe ve, yek ji wan ji hêla hevalê birayê xwe ve, 2 ji wan ji hêla destgirtiyên dêyên xwe ve, 11 ji wan ji hêla cîranên xwe ve, 5 ji wan ji hêla mêrên di medyaya civakî de naskirin ve, 2 ji wan ji hêla hevalên xwe ve, 2 ji hêla niviştnûsan ve, yek ji wan ji hêla xwediyê kar ve, yek ji hêla keyayê taxê ve, 5 ji hêla melayan ve, 6 ji wan ji hêla karmendê Wezareta Malbatiyê û 43 zarokên keç jî ji hêla mêrên xerîb ve bi awayekî cinsî hatin îstîsmarkirin. Di nûçeyan de derbarê mêrên îstîsmara cinsî li zarokan kirine ve agahî nehat dayîn ka ew kî ne.
Ji wan bûyerên îstîsmara cinsî; %58 li dibistanan, %6 li mala zarokan bi xwe, %5 li cih û mekanên zarokan revandine wir/xapandine û birine wir pêk hatin.
241 zarokên keç li dibistanê, 19 ji wan li cih û mekanên zarokan revandine wir/xapandine û birine wir, 25 ji wan li malên xwe, 10 ji wan di wesayîtên ku bi xapandinê lê hatine siyarkirin, 6 ji wan li dikan-market, 6 ji wan li kursên bale-quranê, yek ji wan li hewşa migeftê, ye ji wan li kargehê, 20 ji wan li derve, yek ji wan li kampê, 4 di wesayîtên civakî de, yek ji wan li kampa penaberan, 5 ji wan li mekanên derdora dibistanê, yek ji wan li geşta dibistanê, 4 ji wan li parkê, yek ji wan li dibistana pêşseretayiyê, yek ji wan li salona werzîşê ku diya wê diçe û 10 zarokên keç jî li ser înternetê bi awakî dijîtal hatin îstîsmarkirin. Di nûçeyan de nehat gotin ka 55 bûyerên îstîsmakirinê li ku hatiye kirin.
Di çarçoveya bi awayî cinsî îstîsmarkirina zarokan di 2016an de 155 mêr hatin girtin. 41 mêr piştî îfadedayînê serbest hatin berdan. 20 mêr bi awayekî negirtî hatin dadkirin. Derbarê 13 mêrên zarokan îstîsmar kiriye de tenê lêpirsîna îdarî dan destpêkirin. Tenê 3 mamoste-dersdêr ji wezîfeyê hatin dûrxistin û mamosteyekî îmam hatibê tayînî dibistaneke din hat kirin. Derbarê alîkarekî mudirê de ku îstîsmar kiribû, ti agahî ji saziyên fermî re jî nehat dayîn.
Tundî-birîndarkirin
Mêran di sala 2016an de herî kêm tundî li 348 jinan kirin.
Li %15ê wan jinan ji ber hevberdan/cihêbûn/redkirina lihevhatinê ve tundî hat kirin.
%11ê bûyerên tundî/birîndarkirinê li kolanana, kafe, otobusan de li ber çavên her kesî pêk hatin.
%7ê jinên ku marûzê tundî û birîndarkirinê mane, beriyê derbarê wan mêran de gilîname dabûn û ji bo wan jinan biryara tedbîrê hatibû hilanîn.
2 jinên ku tundî li wan hatine kirin bi darê zorê di temenên piçûk te hatibûn zewicandin.
%56ê bûyerên tundî/birîndarkirinê ji hêla partnerê jinan, %11 bi destê partnerên berê yên jinan ve, %11ê wan jinan jî bi destê xizmên wan ên mêr ve hatin derbkirin/birîndarkirin.
155 jin bi destê mêren wan ê mera fermî/mera dînî ve, 35 jin ji hêla destgirtî û nişaniyên xwe ve, 11 jin ji hêla destgirtî û nişaniyên xwer yên berê ve, 4 jin bi destê mêrên hatine redkirin ve, 7 jin bi destê zavayên xwe ve, 3 jin bi destê zavayên wan ên berê ve, 11 jin ji hêla bavên xwe ve, 13 jin ji hêla kurên xwe ve, 6 jin ji hêla birayên xwe ve, 2 bi destê neviyên xwe ve, 2 ji hêla zirbavên xwe ve, 3 bi destê xizmên xwe yên mêr ve, 4 ji hêla cîranên xwe ve, 4 ji hêla hevalên xwe ve, 8 ji ji hêla xizmetkaran ve (garson, muavên hwd.), 5 jin ji hêla muşteriyên xwe ve, 2 jin bi destê dizan ve, yek ji hêla wezîfedarên ewlehiyê ve, yek ji hêla wezîfedarê apartmanê ve, yek ji hêla mêrê tacîzkar ve, yek ji hêla mêrê ku bi hevserê wê re hisûmet hebû ve, yek ji hêla hevserê berê yê jina ku li cem dixebitî ve, yek ji hêla mêrê li kargeha xwe ve, yek ji hêla patronê xwe ve, yek bi destê destgirtiyê hevala xwe ve, yek ji hêla xwendekarê xwe ve, 25 jin bi destê mêrên xerîb hatin derbkirin/birîndarkirin. Di nûçeyan de nehat gotin ka10 bûyerên tûndiyê jî bi destê kî hatiye kirin.
%21ê jinan bi kêran, %18ê jinan bi çekan hatin birîndarkirin; %50ê wan jî hatin derbkirin.
173 jin hatin derbkirin; 68 jin bi kêran, 4 jin bi şûran, 28 jin bi tifingan, 34 jin bi demançeyan, 4 jin bi îşkenceyê, 2 jin jî bi avêtina ji jor ve hatin birîndarkirin. Mal/wesayîta 6 jinan hatin şewitandin/gulereşandin/teqandin. Bi ser 5 jinan de wesayît hatin ajotin/ji kendalê ve hatin avêtin. 4 jin dîl hatin girtin. 4 jin bi çekan hatin tehdîtkirin. Zarokeke jinekê hat revandin.
Herî zêde li Stenbol, Îzmîr û Dîlokê jin hatine kuştin
Li gorî nûçeyên ku di 2016an de li medyayê de cih girtine herî zêde li Stenbol, Îzmîr, Dîlok û Antalyayê jin hatine kuştin. Li gorî nûçeyên di mendyayê de cih girtine, %30ê kuştinên jinan li 4 bajarên hanê pêk hatine.
Herî kêm li Stenbolê 26, li Îzmîrê 21, li Dîlokê 16 û li Antalyayê jî 16 jin hatin kuştin.
Li gorî nûçeyên ku di 2016an de li medyayê cih girtine, bajarên ku jin lê hatine kuştin bi vî rengî ye:
Stenbol (26), Kocaeli (10), Bursa (8), Balikesir (5), Yalova (3), Tekirdag (2), Edirne (2), Kirklareli (1), Sakarya (1), Ankara (11), Konya (9), Kayseri (6), Eskişehir (5), Aksaray (3), Karaman (3), Çankiri (1), Kirikkale (1), Kirşehir (1), Sêwaz (1), Îzmir (21), Mugla (6), Manisa (5), Denizli (3), Aydin (2), Kutahya (1), Uşak (1), Afyon (1), Antalya (16), Adana (11), Mersin (8), Osmaniye (2), Isparta (2), Gurgum (2), Burdur (1), Trabzon (5), Çorum (4), Zonguldak (3), Duzce (3), Bolu (2), Ordu (2), Tokat (1), Amasya (1), Samsun (1), Karabuk (1), Bartin (1), Kastamonu (1), Bayburt (1), Giresun (1), Xarpêt (5), Wan (4), Îdir (3), Meletî (2), Bedlîs (1), Erzingan (1), Erzirom (1), Dîlok (16), Riha (5), Êlih (3), Amed (3), Mêrdîn (2).
* Di çeteleya salane ya tundiya mêran ê bianet’ê de ji 2016an şûnde em ê tenê cih bidin rêjeya cîneyatan ya li ser bajaran. *Bûyerên tundiya cinsî û fizikî ku di çeteleyê de cih girtine tenê yê xuyayî ye, bêguman yên nexuyayî ji vê gelek zêdetir in. Li Tirkiyeyê her roj li dijî bi milyonan jinan destdirêjî, tundiya cinsî û fizîkî tên kirin. Em dizanin ku gelek jinên zewicî her roj rastî tecawuzê nav zewacê de tên. Lêbelê bûyerên tundî di nav civakê de weke ‘şerm’ tê dîtin û bi zêdeyî nayên qeydkirin. Dema jin yê ku hatine serê wan ji polîs an dadgehêre radigihînin jî, ji nû ve marûzê travmayê dimînin. Ji ber jinên tundî li wan hatine kirin gilyên xwe tînin ziman mêrên tecawuzkar, tacizkar û tundkar derbarê wan de dozên heqaretê vedikin. Her çiqas ku hemû cinayet di medyayê de cih negirin jî, bi taybetî ji bo rojnameyên herêmî girîng in û di rûpelê wan de cih digirin. Em çeteleya bianet’ê bi nûçeyên di medyayê de cih girtine ve amade dikin û tenê cih didin bûyerên ‘bûne mijara nûçeyê’. Ji ber van hemû sedeman îstatîstîka li gorî bajêran yên bûyerên tecawuz, destdirêjî û tundiyê derbarê Tirkiyeyê de nîşaneyeke nîn e, em ê tenê cih bidin rêjeya cînayetan ka li kîjan herêmî çiqas pêk hatiye. |
(ÇT/YO/MB)