Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Karên Navxweyî daxuyandiye ku di şahî, dîlan û rêûrismên şandina leşkerîyê de 35 kees hatine kuştin. 10 ji wan zarok bûne. 600 kes birîndar bûne. 311 kesên birîndar bûyîn jî zarok bûne.
Fermanname hatiye şandin
Wekîlê Nigdeyê yê ji CHPyê(Partiya Komarî ya Gelî), Omer Fethî Gurerî ji Wezareta Karên Navxweyî pirsiye û wezaretê bersiv daye ka di şahiyan de çend kes hatine kuştin.
Wezaretê daye zanîn ku ji bo çareserkirina vê rewşê ji bo Emniyeta 81 bajaran fermannameyek hatiye şandin.
Tehdîd e
Weqfa Umutê ragihandiye ku divê ji bo bêçekkirina welatîyan perwerde bê dayin û qanûn li gor wê bê guhertin.
“Heke hikûmet tedbîran nestînin û ji bo standina çekên şexsî nebin asteng çanda çekdarbûnê dê belav bibe. Ev yek tehdîdeka li ser civakê ye.”
(AS/MB)