Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezîrên darayî yên dewletên li Yekîtîya Ewropayê îro ji bo diyarkirina bûtçeya 2018ê kom bûn. Di rojeva wezîran de kêmkirina bûtçeya ji bo arîkariya Tirkiyeyê jî heye.
Li gor nûçeya Deutsche Welleyê, wezîrên darayî yên Yekîtîya Ewropayê pêşniyarnameyek amade kiriye û li gor wê pêşniyarnameyê alîkariya darayî ya ji bo Tirkiyeyê dê bi 67 milyon Euroyan bê kêmkirin.
Yekîtîya Ewropayê plan kiribû di salên 2014-2020ê de 4,5 miyar Euroyan ji bo piştgiriyê bide Tirkiyeyê.
Li gor plana Yekîtîya Eropê ji bo sala 2018ê ew ê 162 milyar û 600 milyon Euroyan ji bo piştgiriyê bide Tirkiyeyê. Wezîrên darayî dixwazin vê reqemê bikin. Wezîr pêşniyar dikin ku divê piştgirî bi 158 milyar û 900 milyonan bê sînordarkirin.(PT/MB)
Çavkanî: DHA, REUTERS, Deutsche Welle Türkçe