Fotograf: MA
Sibehê (4ê Adarê) li gelek deran wê 66 rojnameger di 12 dozên cida de werin dadgehkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, 46 rojnameger wê di “Doza Çapemeniyê ya KCKyê” de werin dadgehkirin. Dadgehkirina ku 9 sal in dewam dike wê li 3yem Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi danişîna 21em dewam bike.
Nûçegîhan, rêveber û xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê, rojnameya Ozgur Gundemê, Azadiya Welatê, kovara Demokratîk Modernîteyê û Saziya Belavkariyê ya Firatê bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye”, “rêveberê rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” tên darizandin.
Rojnameger û medyakarên ku di vê dozê de tên dadgehkirin ev in:
Nurettîn Firat, Ertûş Bozkûrt, Mazlûm Ozdemîr, Tûrabî Kişin, Ramazan Pekgoz, Şeyhmus Fîdan, Huseyîn Denîz, Yuksel Genç, Nevîn Erdemîr, Semîha Alankûş, Davût Uçar, Kenan Kirkaya, Sîbel Guler, Mehmet Emîn Yildirim, Zuhal Tekîner, Îrfan Bîlgîç, Omer Çelîk, Haydar Tekîn, Omer Çîftçî, Selahattin Aslan, Dîlek Demîral, Nahîde Ermîş, Çagdaş Kaplan, Nilgun Yildiz, Çigdem Aslan, Cihan Albay, Sadik Topaloglu, Ayşe Oyman, Îsmaîl Yildiz, Fatma Koçak, Oktay Candemir, Pervin Yerlikaya Babir, Çagdaş Ulus, Zeynep Kuray, Şerafettîn Surmelî, Eylem Sûrmelî, Sultan Guneş Unsal, Murat Eroglu, Evrîm Kepenek, Hamza Surmelî, Arzu Demîr, Ziya Çiçekçî, Saffet Orman, Enîs Yalçin, Mîkaîl Barût û Îsmet Kayhan.
Doza Ozgur Gundemê
18em danişîna doza Huseyîn Aykol û Zana Kaya, Berpirsên Giştî yên Weşanê yên rojnameya Ozgur Gundemê û Înan Kizilkaya, Berpirsê Karûbarên Nivîsan ê heman rojnameyê tevlî Hatîp Dîcleyî wê li 2yem Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Stenbolê pêk were.
Dîsa, doza Berpirsên Nobedar ên Weşanê yên rojnameya Ozgur Gundemê jî sibê wê li 2yem Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Stenbolê pêk were ku rojnameger Can Dundar û Înan Kizilkaya, Berpirsê Karûbarên Nivîsan ê Ozgun Gundemê di vê dozê de tên dadgehkirin.
Sibehê her weha 10em danişîna doza Abdullah Kaya, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dicle (DIHA) wê pêk were.
Doza rojnameger Sîbel Hurtaş û Hayrî Demîrî yaa bi hinceta parvekirinên xwe yên têkildarî operasyona Tirkiyeyê ya li ser Efrînê hatibû vekirin, wê li 15em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bi rê ve biçe.
Danişîna doza li rojnameger Oktay Candemîr hatibû vekirin, wê li 3yem Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Wanê, doza rojnameger Arîf Aslanî wê li 5em Dadgeha Cezayê Giran a Wanê, danîşîna doza li rojnameger Rojhat Dogrûyî hatibû vekirin wê li 8em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk were.
Doza Taylan Oztaş, nûçegîhanê rojnameya Ozgur Gelecekê û Tûnahan Tûrhan, nûçegîhanê ETHAyê jî wê 13m Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê be. Di 20ê Tabaxa 2019an de kayûm tayînî şaredariyên HDPyê kiribûn. Di dema şopandina çalakiyên protestoyî yên li Kadikoya Stenbolê de, polîsan Oztaş û Tûrhan desteser kiribûn û tevlî wan doz li 38 kesan vekiribûn.
Sibê her weha danişîna doza rojnameger Hayko Bagdatî û doza hunermend Ferhat Tunçî a bi hinceta parvekiriên xwe yên medya civakî jî wê pêk werin. (FD)