Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên 21ê Hezîranê, li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de milyon û 185 hezar û 606 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê 28 milyon û 177 hezar û 135 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 14 milyon û 493 hezar û 733 kesan doza 2yem, li ser hev 41 milyon û 670 hezar û 868 doz derzî hatine kirin.
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daneyên derzîkirinê yên hefteya rabirdû belav kiriye:
“Rapora Derzîkirinê ya Hefteya Rabirdû: Ji saet 00.00ê 14 Hezîranê heta 23.59ê 20ê Hezîranê 7 mîlyon û 776 hezar û 326 doz derzî hatiye kirin.”
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
Li Cîhanê nêzîkî 2 milyar û nîv doz derzî hatine kirin
Li gorî daneyên ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî weşandiye, heta niha li tevahiya Cîhanê 2 milyar û 412 milyon û 226 hezar û 768 doz derzî hatine kirin.
(KÖ/AY)