Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên 15ê Hezîranê, li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de milyon û 118 hezar û 160 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê 21 milyon û 691 hezar û 767 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 13 milyon û 918 hezar û 901 kesan doza 2yem, li ser hev 35 milyon û 611 hezar û 668 doz derzî hatine kirin.
Ji 35 milyon û 611 hezar û 668 doz derziyan 11 mîlyon 589 hezar 166 doz derzî wate ji sêyan yekê derziyan li Stenbol, Enqere û Îzmîrê hatiye kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
Li Cîhanê 2 milyar û 187 mîlyon doz derzî hatine kirin
Li gorî daneyên ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî weşandiye, heta niha li tevahiya Cîhanê 2 milyar û 187 milyon û 874 hezar û 534 doz derzî hatine kirin.
(KÖ/AY)