Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 482 kesên din peyda bûye. 42 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 6 hezar û 326an. Her weha hezar û 27 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 91 hezar û 302 kesan hatiye kirin.
Heta niha 7 mîlyon û 28 hezar û 390 test hatiye çêkirin. 268 hezar û 546 kes bi nexweşiyê ketine û 6 hezar û 326 kes jî pê mirine.
Heta niha 243 hezar û 839 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 7,5 e û hejmara nexweşên giran jî 945 e. (RT/AY/)