Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 443 kesên din peyda bûye. 18 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 6 hezar û 139an. Her weha 743 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 95 hezar û 943 kesan hatiye kirin.
Heta niha 6 mîlyon û 423 hezar û 409 test hatiye çêkirin. 259 hezar û 692 kes bi nexweşiyê ketine û 6 hezar û 139 kes jî pê mirine.
Heta niha 237 hezar û 908 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ye ji sedî 7,4 e û hejmara nexweşên giran jî 796 e. (HA/AY/FD)