Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 303 kesên din peyda bûye. 23 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 6 hezar û 39an. Her weha hezar û 2 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 87 hezar û 223 kesan hatiye kirin.
Heta niha 5 mîlyon û 969 hezar û 629 test hatiye çêkirin. 253 hezar û 108 kes bi nexweşiyê ketine û 6 hezar û 39 kes jî pê mirine.
Heta niha 233 hezar û 915 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ye ji sedî 7,4 e û hejmara nexweşên giran jî 719 ye. (EKN/AY/FD)