Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 243 kesên din peyda bûye. 21 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 912an. Her weha 245 hezar û 635 kes nexweş ketine.
Test ji bo 66 hezar û 892 kesan hatiye kirin.
Bi pêkanîna qeîdeyan piştgirîyê bidin
Wezîr Kocayî li ser Twîterê daxuyanî daye û weha gotiye:
“Hejmara nexweşên me zêde dibin. Hejmara nexweşên giran 15 kes lê zêde bûne. 5 hezar û 807 ekîbên me yên fîlyasyonê kontrola bi mesafe dikin. di 6-13ê meha Tebaxê de li 349 hezar 3 kesan kontrola bi mesafe hatiye kirin. Bi pêkanîna qeîdeyan piştgiriyê bidine artêşa me ya tenduristiyê” (PT/AY/FD)