Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 233 kesên din peyda bûye. 22 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 996an. Her weha hezar û 2 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 74 hezar û 846 kesan hatiye kirin.
Heta niha 5 mîlyon û 800 hezar û 88 test hatiye çêkirin. 250 hezar û 542 kes bi nexweşiyê ketine û 5 hezar û 996 kes jî pê mirine.
Heta niha 231 hezar û 971 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ye ji sedî 7,5 e û hejmara nexweşên giran jî 686 ye. (EKN/AY/FD)