Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên 23ê Hezîranê, li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 907 hezar û 801 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 29 milyon û 902 hezar û 405 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 14 milyon û 647 hezar û 969 kesan doza 2yem, li ser hev 44 milyon û 550 hezar û 374 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
Li Cîhanê nêzîkî 2 milyar û nîv doz derzî hatine kirin
Li gorî daneyên ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî weşandiye, heta niha li tevahiya Cîhanê 2 milyar û 414 milyon û 347 hezar û 324 doz derzî hatine kirin.
(KÖ/AY)