Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di nava 24 saetên dawî de 550 penaber bi 4 keştiyan derbasî Giravên Kanaryayê ku li başûrê rojavayê Spanyayê ye bûne.
Li gor daxuyaniya Ewlekariya Peravê ya Îspanyayê, duh êvarê bot û keştiyên ku 187, 164, 134 û 65 penaber têde bûne û ji peravên Bakurê Afrîkayê derketine, gihîştin Tenerîfe û Kanaryaya Mezin ku serbi Giravên Kanaryayê ye.
Hatiye diyarkirin ku rewşa penaberên ku di nav wan de jin û zarok jî hene bi giştî baş in û 2 kes rakirine nexweşxaneyê.
Li gorî daneyên Asylum In Europeyê di sala 2022an de 2 hezar û 390 penaber di dema çûyîna ji bo Spanyayê de mirine. Ji wan 1784 penaber li ser rêya Giravên Kanaryayê mirine.
Li gorî daneyên Wezareta Navxweyî ya Spanyayê di navbera 1ê Kanûna Paşiyê û 31ê Tebaxê de 11 hezar û 459 penaber çûne Giravên Kanaryayê.(AS/AY)