Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên 13ê Hezîranê, li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 461 hezar û 901 doz derzî li mirovan hatine xistin. Wezîr koca gotibû di meha Hezîranê de 30 mîlyon doz derziya BioNTechê wê li mirovan were xistin.
Heta 13ê Hezîranê li Tirkiyeyê 20 milyon û 70 hezar û 955 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 13 milyon û 700 hezar û 712 kesan doza 2yem, li ser hev 33 milyon û 771 hezar û 667 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(RT/AY)