Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên 9ê Hezîranê, li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 350 hezar û 462 doz derzî li mirovan hatine xistin.
li Tirkiyeyê 18 milyon û 363 hezar û 865 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 13 milyon û 391 hezar û 800 kesan doza 2yem, li ser hev 31 milyon û 755 hezar û 665 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
Li Cîhanê 2 milyar doz derzî hatine kirin
Li gorî daneyên ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî weşandiye, heta niha li tevahiya Cîhanê 2 milyar û 92 milyon û 863 hezar û 229 doz derzî hatine kirin.
(KÖ/AY)