Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên 2ê Hezîranê, li Tirkiyeyê di 24 saetan de 281 hezar û 475 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê di 2ê Hezîranê de bi lêxistina 191 hezar û 554 doz derziyan ve hejmara kesên ku doza yekem a derzîya Covîd-19ê lê xistine bûye 16 milyon û 860 hezar û 657 û bi lêxistina 89 hezar û 921 doz derziyan ve hejmara kesên ku doza duyam a derzîya Covîd-19ê lê xistine, bûye 12 milyon û 676 hezar û 482. Her weha bi giştî 29 milyon û 537 hezar û 139 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
Li Cîhanê milyar û 581 milyon doz derzî kirine
Li gorî daneyên ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî weşandiye, heta 2ê Hezîranê, li tevahiya Cîhanê milyar û 581 milyon û 509 hezar û 628 doz derzî hatine kirin.
(KÖ/AY)