Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ajansa Mezopotamyayê notên girtiyê nexweş Bazo Yilmazî bi dest xistiye ku dema 8ê Sibata 2021ê diçû Lijneya Pisporan a 3yem a Serokatiya Saziya Tiba Edlî (STE) û di rê de nivîsiye. Bazo Yilmaz di 18ê Tebaxa 2022yê de li Girtîgeha Rihayê miribû.
Bazo Yilmazî di notên xwe de diyar kiriye ku ji roja ew ji Girtîgeha Tîpa Tyê ya Hejmara 2yan a Rihayê derxistine û birine STEya Stenbolê ango di nava çar rojan de, xwarin nedane wî.
Piştî ku rewşa Yilmazî nebaş bûbû, beriya ku bimire bi salek û nîvê ew şandibûn STEyê.
Nûçegîhanê MAyê Emrûllah Acar ew not bidest xistine ku Bazo Yilmazî bi destê xwe nivîsandine. Hevalên Bazo Yilmazî yên li heman qawişê mane, ew not şandine. Yilmazî di notên xwe de nivîsiye ku "ji ber pere li ba wî nebû", xwarin nedane wî.
"Xwarin xwarin, tiştek nedane min"
Tiştên ku Yilmazî di notan de nivîsandiye ev in:
"8.02.2021 saet 08.00: Veqetîna ji Rihayê.
16.00: Li Pozantiyê xwarin xwarin tiştek nedane min.
20.00: Li Bolûyê xwarin xwarin dîsa tiştek nedane min.
24.00: Gihîştina Metrîsê. (Girtîgeha Tîpa Tyê ya Hejmara 1ê ya Metrîsê)
09.02.2021: Metrîs firavîn û şîv dane min.
10.02.2021 saet 08.00: Ji Metrîsê ber bi Tiba Edlî (Lijneya Pisporan a Sêyan a Serokatiya ATKyê)
11.00: Vegera ji Tiba Edlî.
19.00: Enqere Sîncan, em razan lî dîsa xwarin nîne.
11.02.2021 Saet 11.00: Veqetîna ji Enqere Sîncanê.
16.00: Li Pozantiyê xwarin xwarin.
19.00: Li Osmaniye Bahçeyê çay vexwarin.
23.00: Gihîştina T2ya Rihayê."
"Ger pere nebe xwarin jî nîne"
Yilmazî ji hevalên xwe yên heman qawişê re behsa van notan kiriye. Wî gotiye ku di roja yekem a rêwîtiyê de ew ji bo xwarinê li Pozantiyê sekinîne:
"4 rojan em çûn û hatin, xwarin nedane min. Dema li Pozantiyê ji bo xwarinê sekinîn, cendermeyan derî vekirin û ji min re gotin, bi te re pere heye yan na. Ji ber ku girtî nikarin bi ser xwe de pereyan bibin, min jî got, nîne. Wezîfedarî ji min re got, 'ger pere nebe xwarin jî nîne'.
"Wan xwarin xwar lê nedane min. Di rojên din de jî ji ber ku pere li bal min nebûn, xwarin nedane min."
Li gorî heman nûçeyê, Yilmaz piştî bi salekê di ser çûna wî re, ji xizmên xwe re behsa vê çûna xwe kiriye û gotiye, "Salek di ser de borî lê min gelekî zehmetî kişand. Di rê de bardaxeke avê jî nedane min. Ez pirçî çûm û birçî hatim."
STE: "Dikare li girtîgehê bimîne"
Yilmazê ku di dema rê de çar rojan pirçî hate hiştin, dema çû STEyê û kontrola wî hate kirin, STEyê raporek jê re amede kiribû. STEyê di rapora xwe de gotibû, "Ew dikare li girtîgehê bimhine." Lê STEyê detayên raporê nedabûn malbat û parêzerên Yilmazî. Parêzeran ji bo raporê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn lê endamên Dadgehê bi yekdengî gotibû ku "Ew dikare di nava şert ê mercên girtîgehê de cezayê xwe bikişîne."
Bazo Yilmaz piştî ku li girtîgehê rewşa wî giran bûbû, di 13ê Tebaxê de biribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înanî ya Rihayê. Parêzerên wî ji bo rewşa jî careke din serî li STEyê dabûn.
Biryar hatibû dayîn ku Bazo Yilmazî careke din bişînin Lijneya Pisporan a Sêyem a STEyê. Lê ji ber hinceta "ewlehiyê" nehatibû gotin ku wê kengî jî bibin.
Hatiye îdiakirin ku dema Yilmaz di 18ê Tebaxa 2022yê saet 23.45ê de miriye, bi sedyeyê re hatiye kelemçekirin. Di rapora epikrizê ya nexweşxaneyê de ji bo mirina Yilmazî gotiye, "mirina xwezayî".
Yilmaz ji ber lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 12ê Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de tevî 284 kesî hatibû desteserkirin.
Yilmaz bi nexweşiya kezebê ya kronîk obstruktîf ango NKKOyê bû.Kronik Obstrüktif û tiknefesê bû. Ew 25 rojan di saloneke sergirtî ya sporê de desteserkirî mabû ku ne cihekî hîjyenîk bûye. Piştî desteserkirinê, ew tevî 80 kesî hatibû girtin. Di sala 2018ê de bi îdiaya ku ew "endamê rêxistinê ye" bi 9 sal cezayê girtîgehê hatibû cezakirin. (SD/FD)