Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê qezayên trafîkê yên 3 rojên destpêkê ên betlaneya cejnê de daxuyanî da.
Yerlîkaya bal kişand ku di 17ê Hezîranê roja sêyem a cejnê de di nava 24 saetan de 824 qezayên trafîkê qewimîn û da zanîn ku di van qezayan de 6 mirin û 1327 kes jî birîndar bûne.
Roja duyemîn a cejnê: 726 qeza, 11 mirî, 1295 birîndar
17 Hezîran 2024
Her weha Yerlîkaya diyar kiriye ku di vê heyamê de ekîbên trafîkê 375 hezar 311 wesayît kontrol kirine.
Yerlikaya ji welatiyan xwest ku rêzikên trafîkê pêkbînin û ev agahî da:
“Mixabin di 3 rojên destpêkê yên betlaneyê de (şemî, yekşem û duşem) 22 kes mirin û 4 hezar û 43 kes jî birîndar bûne.
(AS/AY)