Li Iraqê di xwepêşandanên ku ji mehekê zêdetir in li dijî hikûmetê dewam dikin da 319 xwepêşandêr mirine, 15 hezar xwepêşandêr jî birîndar bûne.
Komîsyona Mafên Mirovan a girêdayî Meclisa Iraqê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, di xwepêşandanên ku ji 1ê cotmehê vir va li welêt dewam dikin da jimara xwepêşandêrên kun mirin derket 319an, jimara birîndaran jî derket 15 hezarî.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bangî rayedarên Iraqê kiribû ku bira hêzên ewlekariyê dawiyê li kuştina xwepêşandêran bînin.
Iraqî li herêmên cuda cuda ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê xwepêşandanan li dar dixin.
Xwepêşandêrên ku 1ê cotmehê dest bi xwepêşandanan kiribûn, ji ber merasimên Erbaînê navber dabûn, lê 25ê cotmehê cardin dest bi xwepêşandanan kiribûn.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bangî hikûmeta Iraqê kir ku hêzên ewlekariyê dawiyê li kuştina xwepêşandêran bînin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Rêxistina Efûyê da wiha hat gotin, "Berpirsên Iraqî piştî kuştina 6 xwepêşandêran a li nêzîkî Qada Tehrîrê ya li paytext Bexdayê, divê demildest hêzên ewlekariyê bidin sekinandin."
Dîrektora Rêxistina Efûyê ya Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur Heba Morayef ku di daxuyaniyê da cih dan gotinên wê, wiha got, "Besra û Bexda şahidiya rojên xwînî û tundî yên dijî xwepêşandêran dikin. Berpirsên Iraqî divê demildest dest ji emilandina hêza neqanûnî ya xetere bikişînin."
Morayefê bal kişand ku çalakî bûne gola xwînê û wiha got, "Hêzên ewlekariyê li xwepêşandêran didin û wan dikujin, hemû sozên reformê û lêpirsînên hikûmetê pûç derdikevin."
Li paytextê Iraqê Bexdayê duh êvarê hêzên ewlekariyê midaxaleyî xwepêşandanên li qadên Tayaran û Hilanî kiribûn û di encamê da 6 kes hatibûn kuştin.
- Xwepêşandanên xwînî yên li Iraqê
Li Iraqê li çendîn herêman ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê xwepêşandan tên lidarxistin. Çalakvanên ku 1ê cotmehê dest bi xwepêşandanan kiribûn, ji ber merasimên Erbaînê navber dabûn, lê 25ê cotmehê cardin dest bi xwepêşandanan kiribûn.
Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Iraq û Neteweyên Yekbûyî, ji 1ê cotmehê destpêka xwepêşandanan vir va ji 300î zêdetir xwepêşandêr ji ber midaxaleya hêzên ewlekariyê hatin kuştin, bi hezaran jî birîndar bûn.
Li Iraqê di xwepêşandanên ku ji mehekê zêdetir in li dijî hikûmetê dewam dikin da 301 xwepêşandêr mirine, 15 hezar xwepêşandêr jî birîndar bûne.
Komîsyona Mafên Mirovan a girêdayî Meclisa Iraqê daxuyaniya nivîskî daye û diyar kiriye, di xwepêşandanên ku ji 1ê cotmehê vir va li welêt dewam dikin da jimara xwepêşandêrên kun mirin derket 301ê, jimara birîndaran jî derket 15 hezarî.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bangî rayedarên Iraqê kiribû ku bira hêzên ewlekariyê dawiyê li kuştina xwepêşandêran bînin.
Iraqî li herêmên cuda cuda ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê xwepêşandanan li dar dixin.
Xwepêşandêrên ku 1ê cotmehê dest bi xwepêşandanan kiribûn, ji ber merasimên Erbaînê navber dabûn, lê 25ê cotmehê cardin dest bi xwepêşandanan kiribûn.
(MB)
*Çavkanî: Ajansa Anadoluyê, Onder Beyter