Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de bi biryara Wezareta Karûbarên Navxweyî hatibû girtin.
Enstîtu di 18ê nîsana 1992yê de hatibû sazkirin ku Mûsa Anter, Feqî Huseyin Sagniç, Îsmaîl Beşîkçî, Abdûrrahman Durre, Îbrahîm Gurbuz, Cemşîd Bender, Suleyman Înanoglû, Yaşar Kaya û beşek navên din di nava avakaran de cih girtibûn.
Îsal 30 saliya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye. Bi vê mebestê, Komeleya Lêkolînên Kurdî ya li şûna Enstîtuya Kirdî ava bûbû, wê bi navê “Em li ser 30 saliya Enstîtuyê diaxivin” panelekê li dar bixe.
Zana Farqînî û Semra Ecer wê bi moderatoriya Evîn Dûrreyê li gorî dema Amedê saet di 20.30 de behsa avabûna Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û xebatên wê bikin.
Panel wê li ser hesabên medyaya civakî yên Komeleya Lêkolînên Kurdî bi awayekî zindî were weşandin. (FD)