Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya derbarê operasyonên tiryakê yên bi navê "Narkoçelîk-16" yên ku li 20 bajaran hatin kirin de daxuyanî da.
Wezîr Yerlikaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de weşandiye, diyar kir ku operasyon di bin koordînasyona Serokatiya Daîreya Têkoşîna Li Dijî Sûcên Organîzekirî û Qaçaxçitiyê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan de ji aliyê Fermandariyên Cendirmeyan yên Bajaran ve hat kirin. Her weha 230 ekîp û 980 personelên cendirmeyan tevlî operasyonan bûn. Operasyon li bajarên Amed, Antalya, Îzmîr, Agirî, Kastamonu, Amasya, Dîlok, Colemêrg, Stenbol, Sakarya, Wan, Çewlîk, Aydin, Tekîrdag, Çanakkale, Hatay, Afyonkarahisar, Riha, Mereş û Qeyseriyê hatin lidarxistin.
Her weha Yerlikaya destnîşan kir ku di operasyonan da 366 gumanbar hatin desteserkirin û 700 kîlo maddeyên hişbir û 13 hezar hebên hişbir jî hatin bi dest xistin.
(AS/AY)